Bahtiyar Firat li ku ye?

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ti agahî ji Bahtiyar Firatî nayê standin ku li Balafirxaneya Stenbolê hate desteserkirin û serbest bûbû lê paşê polîsan ew şopandibûn.
Esra Firat, hevjîna Bahtiyar Firatî ji bianetê re wiha got:
“Beriya bi hefteyekê hevjînê min ji bo dermankirina diranên xwe û serdana xizman wê biçûya Îranê. Ji ber wê li Balafirxaneya Stenbolê bû. Li min geriya û got ‘Piştî ez ji xala pasaportan derbas bûm kesên dibêjin em ji MÎTê ne ez desteser kirim. Pirs j imin kirin. Balafira min çû. Niha ez diçim otelê’. Piştî ji bo çûna otelê ji balafirxaneyê derket û li texsiyê siwar bû, dîsa l imin geriya. Got, ‘Wesayita wan polîsên gava din min desteser kirin niha min dorpêç kirin. Heke di nava yek du saetan de agahiyê negire dest pê bikin û li min bigerin’.
“Em gelekî ditirsin. Pêşiyê dozgerê Geverê bi me re diaxivî. Niha bersivê nade, kes agahiyê nade.”
“Gelo em vegeriyan salên 1990î?”
Firatê wiha dewam kir:
“Em nikarin xwe bigihînin Bahtiyarî. Ma gelo ew bûyerên Torosên spî yên di salên 90î de li bajarên Rojhilat û Başurê Rojhilatî diqewimîn bi şûn de vegeriyan? Di 18ê Çiriya Pêşiyê de serdozgerî dest danî ser dosyayê, bi înat zanyariyan nade me. Li balafirxaneyê kîja polîsan nehişt bi balafirê siwar bibe?
“Bi çi hincetê nehiştin li balafirê siwar bibe? Zanyariyên polîsan çi ne, çima bi vî awayî asteng kirin? Ev pirsên me bê bersiv dihêlin. Qeydên kamerayê li herêma balafirxaneyê hene, dibe ji wir bê famkirin lê me xwe negîhand qeydan, ti zanyarî nedane me.” (EMK/FD)
23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin

Nîmet Tanrikûlû tehliye bû

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn
