Maratona Hewlêrê dê sibeyê (25ê Çiriya Pêşiyê) dest pê bike. Li gor agahiyên li ser malpera Maratona Hewlêrê îsal 20 hezar welatî, 200 rêxistin û 500 şirket dê beşdarî bezê bibin.
Ji sedî 27ê beşdaran jin in. Ji sedî 18ê beşdaran jî zarok in.
Maratona Hewlêrê ji Nîsana 2015ê ve her sal tê pêkanîn. Organîzasyon ne ya dewletê ye û ne ticarî ye.
Dirûşma bezê ya îsal: “Şer ne çareserî ye.”
Hûn dikarin li malpera maratonê qeyda xwe çêbikin.
(MB)
*Wêne û çavkaniya nûçeyê: Maratona Hewlêrê