Ez dixwazim îro ji we re bahsa çîrokeke mîtîk, çîroka Sîsîfos bikim. Sîsîfos lehengekî wêrek e, li hemberî xwedayan serî radike û bi mirinê re qayîşê dikşîne. Lê talîyê tê zeftkirin û ew jî dibe mêvan ji welatê mirinê re. Her çiqas di serîhildana xwe de bi ser nekeve jî ew bi çîroka xwe dibe lehengekî jîr û di dîrokê de cîyê xwe digre. Vêga jî em ê bahsa çîroka wî bikin û bi çend pirsên hewce ye di vê sedsalê de em bikin, çîrokê bi dawî bikin.
Zeûs çav ber dide keça xwedayê çeman Asopos a bi navê Aîgînayê. Dilê wî zahf dibije wê û dixwaze pê re şa bibe. Tevlî ku ji jina xwe Herayê zahf ditirse jî bi xwe nikare û dawa Aîgînayê dike. Rojekê Zeûs xwe di nava telpeke ewran de vedişêre û tê ba Aîgînaya ku nû ji xew rabûye. Serê ewil keçik Zeûs nas nake, lê bi piştre wî nas dike û daxwaza Zeûs a şabûnê bi kêfxweşî erê dike. Her du bi hev re dikevin nav telpê ewrên ku Zeûs pê hatibû ba wê û diçin cîyekî ku kes wan nebîne. Lê ew roj jî qralê bajarê Korînthê Sîsîfos bi hespa xwe derketîye gerê û leqayî Zeûs û Aîgînayê tê. Wan bi hev ra dibîne. Hema di cî de Sîsîfosê kone û têra xwe jî şareza û jîr ji xwe re difikire bê ka çawa dikare ji dîtina wana sûdekê werbigre. Bila Sîsîfos ji xwe re bifikire em berê xwe bidine rewşa bavê Aîgînayê. Bavê wê Asopos şîyar dibe, gazî keça xwe dike lê deng jê nayê, li her derê digere dipirse kes nizane bê ka keça wî bi ku de çûye. Asopos hinga ku li ber dikeve hinga ku diqehire lehîyekê radike li derûdora xwe. Lehîyekê wisa ku xisareke giran dide ber û zevîyan. Ji vê lehîyê xisara herî giran jî bajarê Korînthê ku Sîsîfos qralê wê ye dibîne. Sîsîfos wexta bajarê xwe wisa di halekî xerab de dibîne berê xwe dide çem û ba xwedayê çeman dike:
“Waaa Asopos! Ez Sîsîfos im, te xêr e ka derdê xwe ji min re bibêje belkî ez bikarim alî te bikim, çareyekê bibînim ji te re.”
Li ser van gotinên Sîsîfos, Asopos xeber dide û dibêje:
“Derdê min giran e, qîza min winda ye nizanim li kû ye û ez wê nikarim bibînim.”
Sîsîfos jî ne ji xwe re ye. Ji Asopos re dibêje:
“Ez ê cîyê qîza te ji te re bibêjim lê berîya wê divê ewil tu vê lehîya ha bidî sekinandin û avzêmekê biafirînî.” (ji ber ku li Korînthê arîşeya herî mezin kêmanîya avê bû )
Asopos jî hema di cî de yekê nake dudo û tiştên ku Sîsîfos daw dike bi cî tîne. Piştre Sîsîfos ji Asopos re dibêje:
“Zeûs qîza te ji xwe re birîye.”
Îca Zeûsê ku seh dike Sîsîfos fesadîya wî kirîye, radibe ferman dide xwedayê mirinê Thanatos da ku wî bikuje. Ruhê wî bistîne û wî bişîne Hadesê. Piştî fermana Zeûs, Thanatos ji bo vê fermana pêk bîne diçe bajarê Korînthê qesra Sîsîfos. Çawa ku Thanatos tê Sîsîfos diricife, hay jê dibe ku mirin li ba wî ye lê qet eşkera nake tirsa di dilê xwe de. Thanatos tê û dibêje:
“Ez hatime ruhê te bistînim Sîsîfos! De ka daxwaza xwe ya dawî ji min re bibêje.”
Sîsîfos ba dikê û dibêje:
“Waaa mirinê dixwazim bi te re mey vexwum.”
Piştî vê gotinê çend cêr mey tînin ji wan re. Sîsîfosê kone dizane ku mesele mey be Thanatos bi nefsa xwe nikare. Thanatos bênavber vedixwe û dilê xwe li meyê rehet dike. Hinga vedixwe nikare xwe bileqîne û di cîyê xwe de dikeve xeweke giran. Piştre Sîsîfos hema wî bi zincîrê girê dide û diavêje zindanekî ku di binê erdê de ye û gelkî cîyekî kûr e. Bi vî awayî dinya ji “mirin” ê xilas dibe.
Piştî vê rewşê mirov kêfê dikin û serî radikin li ber xwedayan. Îca cudahîyeke wan û xwedayan jî nemabû û ew jî weke xwedayan nemir bûn. Wisa gelek sal û zeman bihûrîn…
Ev rewşa ku kêfa mirovan dianî kêfa Hadesê ku xwedayê binerdê û tarîtîyê bû nedianî. Hades gelkî aciz dibû ji ber ku ji zû de ye kes nehatibû binê erdê ango kes nemiribû. Hades nema debar dike û diçe ba Zeûs da ku jê bipirse ka ji bo çi kes nayê binê erdê. Diçe ba Zeûs, jê re bahsa rewşa dinê, rewşa mirovên ku li ber xwedayan serî rakirine û nema guh didin xwedayan û qîmeta wan nagrin dike. Li ser van axaftinên Hades, Zeûs zahf aciz dibe û fam dike ku tilîya Sîsîfos di vê meseleyê de heye. Zeûs ba xwedayê şer Ares dike û jê dixwaze ku tavilî Thanatos bibîne. Ares radibe tê qesra Sîsîfos, Thanatosê ku li zindanê ye xilas dike. Thanatos jî li Sîsîfos hatîye xezebê, ber bi wî de diçe da ku ruhê wî bistîne. Sîsîfosê ku meselê fam dike di wê xirecirê de ji jina xwe ra dibêje:
“Piştî mirina min nebî nebî tu şînê bîgrî!”
Jina wî ya ku têra xwe tirsîyaye û hîn li ber meselê neketîye tenê jê re dibêje:
“Bila be.”
Dawîyê berê Sîsîfosê jêhatî didine binê erdê. Lê ji ber ku bêyî merasîmekê hatîye binê erdê Hades xwe aciz dike û wî cardin dişîne ser rûyê erdê da ku cezayekê bide jina xwe. Sîsîfos piştî ku cardin tê dinê naxwaze vegere binê erdê û heta extîyarîya xwe li dinê dimîne. Lê xilasî ji destê mirinê tuneye. Talîya talî tê girtin û belkî jî cezayeke herî giran ê dinê didine wî. Ew ê tahtekî giloverik dahf bide heta serê çîyê û kêlîka gihaşt lûtkeyê dê kevir li wira ji destê wî bifilite û bigindire xwarê û dê heta hetayê Sîsîfos wî kevirî bibe jor û ew ê jî bigindire. Ew ê tu car taht li ser lûtkeya çîyê nesekine.
Îca li gorî vê çîroka ha bo wexteke kin be jî mirin ji ser rûyê erdê radibe û mirov xwe kêmî xwedayan nabînin. Xulase, di dawîya vê çîrokê de dixwazim ji xwe û ji we bipirsim gelo ne ji bo demekê lê bi temamî mirin ji holê rabûya dê çawa bûna rewşa me mirovan? Gelo dê dinya ji ya a niha baştir an xirabtir bûya? Û gelo tişta ku Sîsîfos kir hêjayî wê cezayê giran bû? Fermo em ji xwe re bihizirin. (DA/FD)