Armanca (telos) xwezaya mirov û mirovahîyê yek jê jî “pêşketin”e. Ji bo pêşketinê (bi awayê çandî, aborî û hwd.) “azadî” pîvana herî sereke ye. Jixwe rewşenbîrî jî rasterast bi “azadî” yê re pêwendîdar e. Dema ku hemû rêyên kemilînê (rewşenbîrîyê) bên xitimandin rewşeke derveyî xwezaya mirov û mirovahîyê derdikeve holê. Ji bo pêşketina civakan rewşenbîrî hem qublename ye hem jî pîvanek e. Bi rêya azadîya nivîsînê, nîvîsên rexneyî, nîvîsên li ser kêmanî û qisûrên sazîyên heyî û yên desthilatan dê pêşketina civakan pêkan be. Berevajîya vê rewşê tê wateya “guhnedana mafên herî pîroz ên mirovahîyê.” Ev mafê ku tê bahskirin jî puxteya rewşenbirîyê ye ango fikra “azadî”yê û “azadîya fikran” e.
Bixwîne - Pirseke gîrokirî ji alûleyên dîrokê: Rewşenbîrî çi ye? - 1
Kant di gotara xwe de bêtir azadîya derbirîna fikran ên li hemberî pergala olê dikirpîne. Ji ber ku nirxên civakan di mijarên olî de zahf zû qalik digirin, hişk dibin, vediguhêrin pêşdarazîyan û piştî demekê ew pêşdarazî weke desthilatîyên mezin ji bo gelek tiştên çê yên mirovahîyê dibin asteng û rêyên pêşketinê dixitimînin. Ji ber wê jî bi qasî xebatên zanistî, ramanî û hunerî ku ji bo pêşketin û kemilîna civakan bivênevê ne, xebatên li ser pergala olê jî ewqas girîng in ji bo Kantî.
*
Piştî dahûrîna rewşenbîrîyê an jî kemilînê em li pirs û bersiva ku Kant di sala 1784an de ji serdema xwe û ji welatê ku tê de dijî kirîye û bersivandîye, binêrin: Gelo serdema ku em tê de ne, çiqas para xwe ji rewşenbirîyê girtîye an jî tîrêjên rewşenbîrîyê çiqas digihîjin me? Bersiva Kantî li gorî sedsala xwe û welatê ku tê de dijî “hêvîyekê” di xwe de dihewîne. Bersiv wiha ye: “Na, em ne di serdemeke rewşen de ne; lê di serdemeke ku ber bi rewşenîyê de diçe, dijîn.” Kant ji bo serdema xwe û welatê ku tê de dijî têra xwe hêvîdar e. Ji ber ku mîrzayê wê demê (Friedrichê duyemîn 1712- 1786) bi zagonan pêşiya pêşketina civaka xwe, welatê xwe nagire, hewl dide ku rewşenbîrî li ser axa wan geş bibe. Jixwe li gorî Kantî serok û mîrzayên weke Frîedrîchî ku dibin alîkar ji bo çiraya rewşenbîrîyê pêkeve di dîroka gelê xwe û ya mirovahîyê de cihekî bi rûmet digrin an na kesên ku berevajîya vê rewşê tev digerin mehkûm in di sergoyên dîrokê de bin ax bibin.
Li vê erdnîgariyê rewş çawa ye?
Pirsa ku Kant bi awatî dibersivîne em jî li gorî ruhîyeta demê wiha ji xwe bikin: Di sedsala 21an de li ser vê erdnigarîyê rewş çawa ye, em di kîjan qonaxî de ne, kemilîn li vir kemilî ye an na?
Li gorî herdu têgehên (“bikaranîna aqilê xwe ji bo gelî” û “bikaranîna aqil a bi takekesî”) Kantî ku rewşenbîrî ancax bi wan dikare xwe şênber bike û nîşan bide niha li vir ne di merîyetê de ne. Herdu têgehên ku Kant ji bo rewşenbîrîyê bivênevê dibîne li vir peyda nabin. Ji bo ku ev herdu têgeh peyda bibin pewistî bi palpiştekî, bi dîwarekî saxlem heye. Ev jî tê wateya makezagonekê ku bi ristên saxlem hatîye ristin. Makezagoneke ku li ser xîmê edaletê bê çêkirin zû bi zû narûxe û di heman demê de temînata pêşketina rewşenbirîyê ye jî. Makezagoneke ku di bin banê xwe de edaletê, azadîya vegotin û derbirîna fikran a bi her awayî bihewîne dikare bibe maka rewşenbirîyê. Lê heger na ji van têgehan kêm û noqsan be wê demê jî li wir mak bê xwedî dimîne û kordunde dibe.
Desthilatî û hemwelatî
Desthilatdarî gelek caran dixwaze werîsên nezanîyê têxe stûyê hemwelatîyên xwe û bi vî awayî wan bi xwe ve girêbide. Ji bo vê jî li ku derê çirûskên fikirîn û zanînê bibîne di cî de ditefîne û nahêle ku bi şewqên wan hemwelatî para xwe ji çirûskên rewşenbîrîyê bigrin. Eger niha mirov bixwaze kevalekê çêbike dê kevaleke têra xwe bi absurdbûnê dagirtî çêbibe. Boyaxên wê kevalê dê bê-dadî, ristên tragedyayan û bê-vajî be. Aqilek peyda nabe ji kirinên heyî re. Nivîskar, rewşenbîr û kesên ku bi wijdanên xwe re li hev in ji sînorên welatê xwe tên derxistin û mehkûmî mişextîbûnê tên kirin. Desthilatdarî desthilatîya xwe bi darê zorê ava dike û dîrokê qet nayêne bîra xwe ku ew desthilatdarê hemû desthilatan e. Hemû kirinên mirovan û mirovahîyê li bêjinga demê tên xistin û tenê yên hêjayî qalkirin û qeydkirinê ne li ser dimînin. Lê wekî din hemû ji qulikên bêjingê dikevin û di bîra dem û dîrokê de asê dibin ti kes jî wan tiştan hêjayî qalkirinê nabîne.
Li vî welatî fikr û raman hatine mişextîkirin
Li erdnigarîyekê ku bi her awayî qedexeya vegotin û xwe derbirîna fikran hebe, li wir tê wateya ku dest û lingên rewşenbirîyê girêdayî ne. Li ser vê erdnigarîyê jî niha rewş wisa ye. Ramyar ji ber ku diramin û hewl didin bi hibra wijdanên xwe xameyên xwe şil bikin tên tawanbarkirin û rastî cezayên gelek sosret tên. Fikirîn sûc e, axaftin sûc e, xwe-derbirîn sûc e. Her liv û tevgera ku xizmetê ji herikîn û pêşketina rewşenbirîyê re dike ji alîyê komikek ku hiş û giyanên wan kuf girtine tê astengkirin.
Li welatê ku em niha tê de dijîn, fikr û raman jê hatine mişextîkirin, derbirîna fikran hatîye baskokirin. Hemû liv û tevgerên heyî ji bo pêşketina fikran bûne merbend. Vegotina fikran bi her awayî bûye tawanek. Fikr, nivîs, derbirîn azadîya vegotina fikran, pirtûk û xwendina pirtûkan ango hemû têgehên ku ji bo rewşenbîrîyê pêwist in ji ser vê axê tên dûrxistin. Ev dûrbûn jî tê wateya zenûnbûna çiraya rewşenbîrîyê. Weke gelek tiştan rewşenbîrî jî niha bi çarpîkan diçe û kengî baskên azadîyê pê ve bûn wê demê dê rewşenbîrî bi firê bikeve.
* Nîşe: Ev nivîs di sala 2012an de di hejmara 16a ya Kovara Çirûskê de hatîye weşandin lê niha hin guhertin tê de hatine kirin.
(DA/FD)