Di sedsala 21an de, di serdemeke beravêtî de pirsek, pirseke çend sed sal berê hatîye kirin îro xwe li ser me ferz dike ku em wê careke din ji xwe bikin. Pirsek û bi wê pirsê re jî tekîldar pirseke din. Rewşenbîrî çi ye, tê çi wateyê? Di çarçoveya vê pirsê de jî gelo welatê ku em tê de dijîn çiqas para xwe ji rewşenbîrîyê girtîye, ango çiraya rewşenbirîyê ku hewce ye rêya civakan ronî bike, çiqas li ser vê axê pê ketîye an jî pê dikeve?
Weke gelek têgeh û heyîyên li cîhanê, rewşenbîrî jî bixwe xwedî dîrokekê ye. Di sedsala 17 û 18an de em pêrgî têgeha rewşenbîrîyê tên. Lê ya rast, kokên wê digihîjin sedsala 15an ango serdema reform û ronesansê. Veqetîna ji serdema navîn, pêşketina zanistê û derketina ji bin sîya olê ya serdema navîn, nîqaşên li ser girîngîya hebûna mirov jî bi xwe re tîne. Ji ber ku di serdema navîn de ji mirov wêdetir hêmanên ol û bawerîyê serdest in. Bi tevgerên ronesansê re pîrozîya nirxên serdema navîn dirûxin û ji dêvla wan têgehên weke “takekes, kirde, şexs” tên nîqaşkirin. Ne tenê ev, çend têgehên din jî xwe dixin gorepana nîqaşê û li gelek welatan belav dibin; “pêşketin (ku yek ji têgeha sereke ya fîlozofîya dîrokê ye), aqil, pêşketina civakan û mirovahîyê.” Cihoka rewşenbîrîyê tevgerên ronesansê ne ku li Îtalyayayê diberidin lê nîqaşên herî gur li Ingîlîstanê û di nava fîlozofên Ingîlîz de dest pê dikin.
"Hume, Locke, Bacon"
Di nav fîlozofên Îngîlîz de yên ku serê xwe bi rewşenbirîyê re êşandine; David Hume (1711-1776), John Locke (1632-1704) û Francis Bacon (1561-1626) in. Ne tenê li Ingîlîstanê, li Fransa û Almanyayê jî di serdemên din de nîqaşên li ser rewşenbîrîyê çêdibin. Li Fransayê nîqaşên li ser rewşenbîrîyê di nava Jean Jacques Rousseau (1712-1778), Voltaire (1694-1778), Denis Diderot (1713- 1784) û hwd. de çêdibin. Li Almanyayê jî Immanuel Kant (1724-1804),Johann Gottfried von Herder (1744-1803) û Gotthold Ephraim Lessing (1729-1781) di vê mijarê de gotaran dinivîsîn û daxilî nîqaşên heyî dibin.
Di vê nivîsê de mebest, rasterast ne dayîna hurgilîyên dîrokçeya têgeha rewşenbîrîyê ye. Mebesta min ew e ku ez li ser gotara Kantî ya bi navê “Rewşenbîrî çi ye?” bisekinim. Bi dahûrîna gotarê re jî li bersivên pirsa duyem a ku li jor hatîye kirin, bigerim.
Immanuel Kant gotara xwe di 1784an de dinivîse û ji bo pirsa “rewşenbîrî çi ye?” wiha bersiv dide: “Rewşenbîrî, rehabûna ji nekemilînê ye ku mirov bi destê xwe, xwe xistîyê. Ji ber ku aqlê mirovî ji kîsî xelqê ye mirov nakemile, nekemilî dimîne.
Tawanbarê nekemilînê mirov e. Divê mirov sedema vê yekê di êqil de negere. Lê li ba mirovên newêrek û bêbiryar in ku aqlê xwe bi kar bînin bigere.” Kant di destpêka gotara xwe de bi awayekî eşkere pênasîna xwe ya rewşenbîrîyê dike û bi pey re jî li ser sedemên wê disekine. Ji bo pênasîna Kantî ya rewşenbîrîyê baştir bê fêmkirin divê têgehên nekemilîn û kemilînê bên dahûrandin. Ango eger “rewşenbîrî rehabûna ji nekemilînê” be ev “nekemilîn” çi ye, tê çi wateyê?
Nekemilîn
Rewşeke wisa ye ku gotina “aqilê mirovî ji kîsî xelqê ye” zahf xweş lê difesile. Ew, newêrekîya mirov a fikirînê ye. Ji ber ku gelek caran nefikirîn ji mirov re xweş hatîye, ji dêvla ku bi aqlê xwe bifikirin, hefsarên xwe dixin destê hin kesên din ku mirov dikare ji wan re bibêje ku ew carna bi navê “rêvebir”an carna jî bi navê “serdest”an derdikevin pêşberî me. “Zexelîya fikirîn”ê û “newêrekîya mirov” a ku nahêlin şexs li ser pîyên xwe bisekine û bi “vîn”a xwe ya şexsî tevbigere tim (di gelek serdemên girîng ên dîrokê de) kirîye ku şexs “aqil”ê xwe emanetî hin kesên din bike. Rehetî rêya gelek mirovan e ku pir bi hêsanî ji xwe re tê de dimeşin. Di rewşa nekemilînê de şexs ji dêvla ku bi hêza xwe bihise û wê çalak bike radibe bi gopalekî ango bi alîkarîya hin kesan dimeşe. Nekemilîn; tarî ye, mehkûmîyeta şexs e ku nikare hay ji xwe hebe; li ber azadîya şexs û civakî kelemeke pir mezin e, xitimîna cihoka fikr û ramanan e, dîlgirtina hişê mirovan e, hefseke ku dîwarê wê nîne, nekarîna vegotina ramanan e ku ew rêya herî xwezayî ya derbirîna mirov e. Ev tişt tev ji ber komek (an jî komikek) mirovên ku dîlgirtina hişî weke qederekê pejirandine pêk tê. Ji ber ku şexs hay ji rewşa xwe nîne sîya li ser xwe jî weke çirûsîna rojê dibîne û zen dike ku di bin ezmaneke zahf xweş de dijî. Nekemilîn, amajeya xavîtîya (xavhiştina) şexs û civakan a ji aliyê pijîna fikran de ye.
Kant zehmetîya “ruhabûna ji nekemilîn”ê baş dizanî û qebûl dikir lê di heman demê de pêkanbûna wê jî qebûl dikir.“Pir zor e mirov ji nekemilîna ku ji bo her takekesî (şexsî) bûye xwezaya duyemîn û bastûreke bingehîn xelas bibe. Bi ser de mirov dilbijê vê rewşê ne û wan jê hez jî kirine. Ji ber vê ye ku mirov ji hêla bikaranîna aqilê xwe de, bi rastî jî ne têr in. Ji ber qet destûr nedane mirov ku tiştekî wiha biceribîne(!) û bigihîne serî. Ev amûrên mekanîk, dogma û rêpîvan, ên ku mirov bi wan karînên xwe yên xwezayî li gorî aqilê xwe, ya rasttir bi xerabî bi kar tîne, her car li pêşiya kemilînê dibin kostek. Ku yek rabe û van kostekan biqetîne jî, dê nekare ji kenda herî teng jî bi hêsanî derbas bibe. Ji ber, ew hîn jî hîn nebûye ku jixwebawer û azad tev bigere. A ji ber vê ye, kesên ku giyan û hişê xwe bi serê xwe bi kar tînin, ji nekemilînê difilitin û jixwebawer dijîn, pir hindik in.” Ji van gotinan jî tê fêmkirin ku merbendên kemilînê çiqas pir in û şexs jî çiqas bi merbendên xwe re, bê haya xwe, li hev hatîye û weke “hişmendîyeke çewt” pejirandîye. Kant xelasîya mirovan di “ruhabûna ji nekemilîn”ê de dibîne ango di kemilînê de, ev jî tê wateya rewşenbîrîyê. Wê demê hewce ye kemilîn (rewşenbîrî) bê derbirîn.
Kemilîn (rewşenbîrî)
“Naqor (halbûkî) ji bo rewşenbîrîyê ji azadîyê pê ve tiştekî din hewce nake û azadîya ku ji bo vê hewce dike jî azadîya herî bê-xisar e: Azadîya ‘bikaranîna aqilê xwe ya ji bo gelî’ bi her awayî û beyî xem û fikarekê. Lê çi feyde ji her aliyî de dibihîsîm ku tê gotin ‘nefikirin! Aqilê xwe bikar neyênin.’ Serbazek dibêje, ‘nefikire, perwerdehîya xwe bidomîne’, darayîvanek dibêje: ‘nefikire, baca xwe bide’, keşe an jî mellayek dibêje: ‘nefikire, bawer bike’ (li vê dinê tenê şexsek heye ku ew jî dibêje: ‘têra xwe û bi dilê xwe bifikirin, lê li ber fermanên min serê xwe bitewînin.’)[1] Li her derê sînorkirina azadîyê heye. Belê, sînorkirineke bi çi şiklî li ber rewşenbîrîyê ye, bi çi şiklî ne li ber e û sînorkirineke bi çi awayî berevajîya wê ji azadîyê re bi feyde ye? Bersiv bidim: divê ‘bikaranîna aqilê xwe ya ji bo gelê’ xwe bi awayekî serbest û azad be û tenê ev helwest dikare ji mirovan re rewşenî û rewşenbîrîyê bîne. Berevajîya wê ‘bikaranîna aqil a bi takekesî’ bi piranî zahf bi baldarî û bi awayekî ku dê di qadeke teng de bimîne hatîye sînorkirin û ev jî ji bo rewşenbîrîyê nabe asteng.”
Ji van hevokên Kantî tê fêmkirin ku navika rewşenbîrîyê bi azadîyê ve hatiye birîn û beyî wê kemilîn ne pêkan e. Ji bo pêkanbûna azadîyê, Kant du têgehên girîng bi kar tîne û bi wan têgehan rêya ku dê rewşenbîrî tê de bimeşe û bi firê bikeve nîşan dide. Yek jê “bikaranîna aqil a bi takekesî” û ya din jî “bikaranîna aqilê xwe ya ji bo gelî” ye.
"Bikaranîna aqîl a bi takekesî"
“Ez, ji bikaranîna aqilê xwe ya ji bo gelî, vê fêm dikim: ji hêla zanayekê/î ve, ji xwîner û bînerên xwe re eşkerekirina raman û zanîna xwe, bi awayê ku ji wan re sûdewer be. Ez, bikaranîna aqil a bi takekesî jî, wiha bi nav dikim: Bicîanîna karekî yan peywirekê ya ku spartine şexs û bi civakê re pêwendîdar e, li ser navê karê ku şexs dike yan jî memûrîya wê/î.” Ango şexsek di nava pergala olê de melleyek an jî keşeyek be divê li gorî kar û wezîfeyên xwe tev bigere. Nabe ku li mizgeft an jî li dêrê li ser pergala olê, daxuyanîyên rexneyî bide. Tenê karê wî, çi li ser ferz kiribe şexs jê û ji bicîanîna wê berpirsîyar e. Ev tê wateya “bikaranîna aqil a bi takekesî.” Lê dema ku şexs ji cihê xwe yê kar derket û pê ve, weke zanyarekê/î dikare li ser pergala ku tê de ye fikrên xwe bi qada giştî re, bi rêya nivîsê an jî devkî bi parve bike, bêyî sînorkirinekê dikare rexneyên xwe bike. Wê demê ev jî tê wateya “bikaranîna aqilê xwe ya ji bo gelî”. Ji bo her kesê\a ku di bin sîwana pergelekê de ye ev rewş derbasdar e.
Li ser meselê, mamosteyekî/e ku di sîstema perwerdehiyê de cî digire an jî hemwelatîyekî/e ku birêkûpêk baca xwe dide, dikarin bibin mînak. Mamosteyek di pergala perwerdehîyê de wezifeyên wê\wî çi bin divê pêk bîne an jî hemwelatîyek li ser navê hemwelatîbûnê, divê baca xwe bide. Bicîanîna van peywiran an jî divêtîyan ji bo rewşenbirîyê hewce ne lê ne bes in.
Ev divêtî “bikaranîna aqil a bi takekesî” ye, perçeyekî kemilînê ye lê ya esil û ya ku ji bo rewşenbîriyê bivênevê ye “bikaranîna aqilê xwe ji bo gelî” ye. Kêlîka ku ew mamoste an jî hemwelatî rabû û li ser sîstemê fikrên xwe vegotin (bi her awayî û bi dilê xwe), rexneyên xwe li ser birêveçûna pergalê bêyî sînorkirinên desthilatan kirin, wê demê tê wateya ku perçeyê esil ê rewşenbîrîyê di merîyetê de ye û li ser wê erdnigarîya ku “bikaranîna aqilê xwe ya ji bo gelî” çalak e, tovên kemilînê hene û zîl didin.
Xulase ji têgehên Kantî û van mînakan tê fêmkirin ku rewşenbîrî ango kemilîn bi azadîya fikran û azadîya vegotina fikran re pêwendîdar e. Şexs dê fikrên xwe pir bi awayekî eşkere vebêjin û ji ber vana wê tu ceza li wan neyê birîn. Kengî li ber derbirîna fikran “qedexe”, “qedexe” bibin; “sînor” jî “bi sînor” bibin, wê demê dê çemê fikrînê ji xwe re rêya xwe çêbike, tê de biherike û axa ku li ser biherike dê bi “ber” bike û wê ji stewrbûna (stewr-hiştina) fikirînê ango ji nekemilînê ruha bike.
[1] Ev şexs jî mîrzayê Prusyayê yê duyemîn Frîedrîchê mezin e. Ji serdema Frîedrîchî re “serdema Frîedrîchî” an jî “serdema rewşenbîriyê”(1740-1786) dihat gotin.
* Nîşe: Ev nivîs di sala 2012an de di hejmara 16a ya Kovara Çirûskê de hatîye weşandin lê niha hin guhertin tê de hatine kirin.