Tenê ne werzîşeke meş, jê zêdetir e, lê ger illim navê werzîşê jî lê bê kirin hewce ye bê gotin ku ne tenê çalakîyeke ji bo laşê mirovî ye di heman demê de çalakîyeke baş û hêja ye ji bo rih û kesayeta mirovî.
Meş qetandina kostekên hiş û giyan e da ku mirov bikare di asoyeke fireh de bihizire, xeyal bike û xwe çê-bike.
Meş, derfeta axaftina bi “xwe” re dide “xwe”ya\ê xwe.
Meş rêya ku şexs “xwe” tecrube bike dide “xwe”ya\ê xwe. Ji qewlî Nîetzsche ve ku ew jî yek ji meşvanekî jîr bûye, dawîya dawî tişta ku şexs biceribîne ango tecrube bike ew bixwe ye. Meş jî vê derfeta ha dide mirov.
Meş carna weke bêdengîyê ye. Ger tu bikarî guhê xwe baş bidî mirov fêrî tiştna dike.
Meş, hişyarîyeke baş e da ku mirov bikare baldar be li hemberî xwe û derûdora xwe.
Meş, ne meşeke di nava bajêr de lê meşeke derveyî bajaran, mirov ji xirecira jiyanê dûr dixe. Dike ku ew tişta ku wexta mirov di nav de ye li ber çavê wî mezin û qerase ye di esasa xwe de ewqas jî ne mezin û qerase ye. An jî ew tişta ku mirov ji bo xwe pêwist û bivênevê dibîne hay jê dibe ku her gav ne wisa ye. Ji qewlî Thoreau ve ji bo jîyaneke sade heftîyê rojekî bişixulî bes e. Şixulandina rojên din ji bo tiştên bi kêr nayên, vala ne, luks e. Emelê serê mirovan e.
Meş, xweşî û delalîya xwezayê, bêdawîbûna ezmên, “biçûk”bûn û fanîbûnê tîne bîra mirov. Ango meş me tîne bîra me. Fuzulîbûna dewlemendîyê, ne hewcedarîya xulamîya ku em ji bo xanîyekî xweşik(!), alavekî xweşiktir, wesayîtekî baştir dikin tîne bîra mirov ger mirov bixwaze sah bike. Meş dike ku di geremola jiyanê de tu xwe bidî alîyekî û seyra xwe û jîyanê bikî. Wisa jî meş dike ku mirov destê xwe ji gelek tiştên arizî bişo û nêzî derîyê aramîyê bibe.
Li ser çawatîya meşê fikrên ji hev du cuda hene. Li gorî hinan wexta bimeşî divê bi serê xwe bî da ku bikarî tamekî ji dar û bera, ji dîmenên dora xwe, xweza û her wekî din bikî û xasma jî bikarî bi rehetî bi “xwe” re bidî û bistînî, hay ji “xwe” hebî. Li gorî hinan jî illim ne ferz e wexta bimeşî bi serê xwe bî, du kes an jî sê çar kes bin jî ne muşkule ye, “ji ber ku tenêtî jî weke nan û tîrêjên rojê tên parvekirin”[1] dibêje Gros. Ev gotina Gros jî rast e lê divê mirov vêya jî ji bîr neke ku wexta ku tu bikarî bi “xwe” re biaxivî ewçax jî tu ne tenê yî.
Ji xeynî meşên ku derfeta axaftina bi xwe re dide mirov (Rousseaua, Nietzsche, Kant, Thoreau û gellekên din hez kirine ku tenê bimeşin) meşên ji bo aşitî, wekhevî, edaletê ango ji bo dinyayeke baştir jî hatine kirin û tên kirin jî hene. Meşên jinan, yên zarokan, yên kurdan, yên reşikan û hwd.
Ji bo meşê çiqas tişt bêjim an jî çi bibêjim jî weke ku dê tiştek kêm bimîne û tiştekî ku min negotibe dê hebe. Niha jî ji bo min wisa ye. Bi vê hîsîyatê dixwazim jêgirtinekê ji pirtûka “Fîlozofîya Meşê” bi we re parve bikim û dawî li nivîsa xwe bînim.
“Meşa esil bi wê nefsbiçûkîya ku Gandhî jê hez dike tê kirin û bi vî awayî jî em tim giranîya xwe, qelsîya xwe bi bîr tînin. Meş karê feqîran e. Lê nefsbiçûkî bi feqîrîyê re ne heman tişt e, [nefsbiçûkî] lihevkirina bi sînorên xwe re ye. Em nikarin her tiştî bizanin, em nikarin her tiştî bikin. Tiştên ku em zanin li hemberî heqîqetê, tiştên ku em dikarin bikin jî li hemberî hêzê ne tu tişt in. Ev qebûlkirin hînî me dike ku em hedê xwe bizanin…”[2]