DIYARÎ ASÛRÊ NIVÎSAND
Li Ser Peyvê û Çend Peyv

Fotograf: Pixabay
“Jîyan kin e û îsrafa demê guneh e.”
Albert Camus
Peyv: Carna weke gulleyekê ye lê niha bêdeng e naaxive. Peyv lal e, qedexe ye. Peyv, guneh e. Peyv, sergomîya gîyanê mirovan e. Peyv duşîze ye lê niha avis e ji beravêtinekê re. Peyv carna gorepana sergoyê binhiş e. Peyv ew nanê hişk e ku li ser tenûrê hatîye hiştin. Peyv ew jinik e ku hîn di saxitîya xwe de gora xwe kolabû û her roj diçû serdana gora xwe. Peyv tîr e û carna jî kevan e. Peyv gustîlkeke zîv e. Peyv sêvek e ku gezek lê hatîye xistin û wisa hatîye hiştin. Peyv xurînîya serê sibê ye.
Aqil: Serdest e, bi pirranî mafê axavtina dawî ya aqil e. Aqil, pêwan e li ber derîyê hestan. Mifteyek e ku di destê her kesî de naşixule. Aqil carna xulam e carna jî ezbenî ye.
Pênûs: Bi wê-nûs. Rêya derbirînê ya “ûs”.
Bîr: Rojnivîska herî giranbuha.
Xwelî: Kirasê dawî ya ku mirov xwe pê xweşik dikin.
Bêrîtî: Rûyê zarokekê ku hîn bi xirabîyên dinyayê (an jî mirovan) nehisîyaye.
Xew: Dest xwişka mirinê. Di çêja mirinê de ye(!) lê ne ew e. Ceribîneke ji bo mirinê. Zexelîya (!) herî mezin a mirov.
Xewn: Cejna binhişa mirovî.
Mirov: Gilokeke ku ji nakokî, wate û bêwateyîyan pêk tê. Rêwîyek e ku carna rêwîbûna xwe ji bîr dike. Mêvanek e lê carna zen dike ku mazûvan e. Mirov weke kitêbek e ku navê wê hebe û naveroka wê tunebe. Weke cawekî pînekirî ye mirov. Mirov acizî (y)ne.
Ziman: Weke ku carna tê gotin tenê ne amûreke ragihandinê ye, rêyeke ku hemû hest û fikr xwe jê re vedikin. Rêyeke ku tê de “ez” a me diherike. Derbirîna birînên me. Desteke ku dergûşa hebûna me kil dike û wê aş dike. Ziman, govanê herî kevnare ya dîrokê. Û carna jî ew bixwe ye, jîndar e. Ziman, xerca herî bingehîn û jêveneger a fikrandinê. Fikr û raman pê teşe digrin.(DA/AY)
DIYARÎ ASÛRE NIVÎSANDIYE
Rewşenbîrî bi azadiyê ve girêdayî ye - 2
.jpg)
DIYARÎ ASÛRÊ NIVÎSANDIYE
Pirseke gîrokirî ji alûleyên dîrokê: Rewşenbîrî çi ye? - 1
.jpg)
Meşa jinekê ya ber bi rêya pirsan ve

DIYARÎ ASÛRÊ NIVÎSANDIYE
“Ceribîneke sîvîl” û Ece Ayhan

DIYARÎ ASÛRÊ NIVÎSANDIYE
Nivîseke li ser meşê
.jpg)