Wêne: Luqman Ehmed
Li gorî gelek ekolên fîlozofîyê her alav û heyîyên li cîhanê xwedî gewherekê (kakil) ne. Ango hebûna xwe li gorî gewhera ku di nav xwe de dihewînin ava dikin. Li gorî van fikran dema ku mirovek tê dinyayê bi gewhereke heyî û diyarkirî tê dinyayê û hemû kirinên mirovan jî li gorî vê gewherê teşe digirin. Jiyana her şexsî di nava çarenûseke diyarkirî de pêk tê û şexs ne xwediyê wê hêzê ye ku zû bi zû mudaxaleyî vê gewhera xwe ya heyî û diyarkirî bike. Bi vî awayî rola mirovî ya di nava herikbarîya jiyanê da kêm û qels dibe. Bêguman, arîşeya “xwezaya mirovî” bi qasî destpêka (!) mirovahîyê kevn e û di dîroka fîlozofîyê da jî yek ji problemên bingehîn e. Di vê çarçoveyê de angaştên bûnewerînasîyê çi ne, ew bi xwe tê çi wateyê? Gelo di çarenûsa şexs û neteweyan de roleke wê ya çawa heye û bi peyva “guherîn”ê re bi çi awayî û çawa têkildar e?
Li gorî bûnewerînasîyê gewhereke tebat (statîk) bê qebûlkirin tu wateya hewldanên mirovî ya di nava geremola jiyanê de namîne. Eger ku gewherek hebe her tişt li gorî wê gewherê teşe digire û hewce nake mirov tiştekî bike. Gewher, tê wê wateyê ku ji berê de her tişt amade ye û bi demê re, bi cerabeyên mirovî re dê xwe eşkere bike û rê li ber şexsan veke. Li gorî vî qalibî dê mirov werin dinyayê, bijîn û bimrin. Lê li gorî Jean Paul Sartreyî tiştekî wiha nayê qebûlkirin û bi redkirina xwe ew jî tevlî nîqaşen heyî dibe û bi argumanên nû asoyên dîroka fîlozofîyê firehtir dike. Li gorî Sartreyî mirov ewil tê dinyayê, çêdibe û bi pey re bi vîna xwe gewhera xwe ava dike. Li gorî wî her tişt di destê mirovî de ye, ew bixwaze bibe çi dê bibe ew tişt. A girîng ew e ku bikare xwe nas bike, li gorî pêşnûmaya ku ji bo jiyanê difikire bibijêre û bijî. Di encama hilbijartinên xwe de bikare “berpirsîyarîya tevgerên xwe” hilgire û wisa dewam bike; hem berpirsîyarîyên xwe yên li hemberî “xwe” hem jî yên li hemberî civaka ku tê de ye û divê vêya hanê bikare li ser esasa “takekesîbûn”ê bike. Ji ber ku li gorî vê fîlozofîyê jiyana şexsan û takekes zahf girîng e.
Fîlozofên ku bi bûnewerînasîyê ra têkildar bûne ji hin alîyan ve ji hev cuda fikirîne. Ji alîyê bawerkirina bi xwedê de, hin ji wan xristîyan in û ji mezheba katolîkî ne. Kesên weke Karl Jaspers û Gabriel Marcel. Hin ji wan jî bûnewerînasên xwedênenas in. Ew jî kesên weke Martîn Heîdegger, bûnewerînasên Frensî û Jean Paul Sartreyî ne. Lê herçiqas cudahîyeke bi vî awayî hebe jî xala hevpar a van fîlozofan ku li ser li hev kirine ev e: (jixwe ev angaşta sereke ya bûnewerînasîyê ye) “bûnewerî berîya gewherê he dibe.” Wekî din têgehên sereke yên vê doktrînê jî ev in: Fikirîna li ser xwe, bijartin, vîyana azad, berpirsîyarî û azadî. Li gorî Sartre dema ku xwedê tune be an jî hebûna xwedê bê redkirin stûna doktrîna me hîn sexlemtir dibe. Çawa? Li gorî wî “bûnewerî berîya gewherê he dibe.” Ango ewil mirov çêdibe, bi piştre dibe xwedî pênasînekê, gewhera xwe di rêya xwe-derbirînê de ber bi ezmanan ve bi firê dixe. “Mirov xwe bi çi rengî ava bike dê wisa jî teşe bigre” yek ji arguman û rêgeza sereke ya bûnewerînasîyê ye. Ev jî gelek qalibên (qalibên ku bi hevîrtirşê xwe-xapandinê hatine strandin) ku mirovan xwe tê de asê kirine, dişkîne. Wekî din ji bo ev doktrîn baş bê fêmkirin hin xalên din jî bi vî awayî dikarin bên rêzkirin:
*“Mirov çawa bisêwire dê wisa bibe.” Jiyaneke ku hatibe jiberkirin ji hemû naveroka xwe ya eslî bêpar e. Nabe ku kirasekî ku dê li şexsî nefesile bê qebûlkirin. A girîng ew e ku şexs bixwe bikare hesaba vê bike. Bi destên xwe yê ku ji bo xebatê amade ne bişixule û “xwe” li gorî sêwirana xwe ava bike.
*“Mirov bi tenê ji xwe berpirsîyar nîn e. Ji hemû mirovan berpirsîyar e.” Di dinyayê de her tiştê candar û necandar bi hev re di nava danûstendinekê de ne. Heger ku dinya “xan”ek be, wê çaxê tu şêniyên vê xanê ji hev ne qut in û ji ber ku şêniyên heman “xan”ê ne bêyî ku haya wan jê hebe heman qederê bi parve dikin û ji hev berpirsîyar in.
*“Mirov bixwe, xwe dibijêre.” Yek ji pirsa herî zor a jiyanê ye û vebijêrkên jiyanê jî pir in. Pir girîng e ku şexs bikare vebijêrka ku ji bo wê/î rast e bibîne û destnîşan bike. Vebijêrka herî rast, a ku bi destê şexsî tê destnîşankirin e. Ji ber wê jî pir zehmet e û divê şexs xwe ji bo vêya pir biêşîne da ku vebijêrka “xwe” bibîne.
*“Mirov azadî ye.” Azadî yek ji hêmana sereke ye ku bi hebûna mirovî watedar dibe û bêyî wê/î nikare bê fikirîn. “Mirov” bi “azadî”yê dibe “mirov” û “azadî” jî bi “mirov” dibe “azadî”. Her du têgeh hevdu dermale dikin û bi avdana hev şaxên xwe li ser axa biber ber didin. Bêyî hev ev her du têgeh weke erda qelaç in.
* “Mirov mehkûmî azadîyê ye. Mecbûr e, ji ber ku nehatîye afirandin. Azad e, ji ber ku mirov pekîyaye dinyayê bi şûnde ji hemû kirin û tevgerên xwe berpirsîyar e.” Ango em dibe ku bê hemd û dilê xwe pekiyabin dinyayê; lê ev nayê wê wateyê ku em ji hemû berpirsiyarîyên xwe destên xwe bişon û serberdayî bijîn. Heke mirov niha li ser dinyayê be û parçeyek ax hebe ku hebûna xwe lê bi cî bike, mecbûr e ku barê berpirsiyarîyên xwe hilgire û ji berpirsiyarîyên xwe berpirsîyar be. Berpirsîyarî, gava herî girîng a takekesbûnê ye.
* “Çi dibe bila bibe pêşerojeke ku mirov ava bike heye, pêşerojeke masûm li benda mirovî ye.” Rengê hibra pênûsa dîrokê dibe ku sor be lê guherîn, rûxîn û avakirin di destê şexsî de ye. Her avakirinek kavilekî daw dike û jixwe kavilên mirovahiyê bi têra xwe hene. Hew maye ku şexs bi rastî jî îcar biwêre û “dest”ên xwe bi kar bîne da ku pêşerojeke ku layiqî “mirov”ahiyê ye ava bike.
* “Mirov, pêşeroja mirovî ye.” Weke “monad”ên Leîbnîz’î[1] mirov bi hev re di nava têkiliyê de ne û divê neyê jibîrkirin ku di çarçoveya “berpirsîyarî”yê de her şexs bi tevgereke xwe ya herî biçûk jî cilika pêşeroja xwe û “ên din” dirêse.
* “Di nava karî de, di nava çalakîyê de rastî heye.” Şexs xwe herî baş di qada kirinên xwe de dibîne û encax wê demê dikare li xwe mikur were û bi xerceke zexm “xwe-bûn”a xwe ava bike.
* “Mirov ji sêwirana xwe pêştir tiştek nîn e. Bi qasî ku bike, tev bigere heye û ji tevahîya kirin û tevgerên xwe pêk tê.” Çalakbûn, dike ku mirov awêneya xwe bi destê xwe çêbike û di wir de li xwe binihêre. Kirinên me awêneyên me ne.
* “Bijartin di destê mirovî de ye. Nebijartin jî bi serê xwe bijartinek e.” Ango qedera mirovî di destê mirovî de ye.
* “Mirov sinca xwe bi xwe dibijêre.” Her çiqas sinceke diyarkirî û gelek nirxên diyarkirî hebin jî hewce nake ku şexs bi awayeke dogmatîk li gorî wan bifikire.
Di çarçoveya têgeha azadîyê de; azadîya her şexsî bi azadîya “ên din” re tekîldar e. “Mirov mecbûr e ku azad bibe.” Li gorî vê rêgeza bûnewerînasîyê her mirov xwe-bûna xwe, gewhera xwe bi destê xwe ava dike. Ji ber ku bi destê xwe ava dike ji hemû kirin û tevgerên xwe berpirsîyar e. Û ev berpirsîyarî ne tenê li hemberî tevgerên xwe, li hemberî tevgerên “ên din” jî derbas dibe. Ger ku mirov rêgeza jorîn ji bo her mirovî bikare bifikire, azadbûna her mirovî yan jî meşa her mirovî ber bi wê rêyê de, dê bike ku mirovên ku endamên neteweyekê ne ber bi azadbûnê de bimeşin. Ev jî encameke wiha bi xwe re tîne: ‘bi qasî şexsî, her netewe mecbûr e ku azad bibe.’ Mehkumî azadîyê ye. Ev encam ji bo netewe û gelên bindest girîng e. Ji ber ku her gelê ku di bin nîra neteweyeke din de ye divê azadîya xwe, azadîya ku mehkumî wê ye, bi dest bixe. Ev jî ji xwestina şexsî dest pê dike. Dema ku hemû endamên neteweyekê xwe weke ‘dîl’ên azadîyê bibînin, ev tê wê wateyê ku ew netewe jî xwe wisa dibîne.
Bi awayê sosyolojîk şexs û civak du hêmanên sereke yên bastûrekê ne. Şexs û civak bêyî hev nabin û her şexsên ku civakê saz dikin jî ji şexsên din berpirsîyar in. Jixwe li gorî bûnewerînasîyê jî herkes ji hevdu berpirsîyar e. Dema ku em têgeha “berpirsîyarîyê” jî li rêgeza xwe ya jorîn zêde bikin, dê mebesta me hîn baştir bê fêmkirin. Eger civak weke zincîrekê yan jî gerdenîyekê bê şayesandin, şexs jî dibin xelekên wê zincîrê yan jî morîkên wê gerdenîyê. Li gorî Sartreyî mirov ji zikmakî ve nabe tirsonek an jî qehreman. Piştî ku mirov tê dinyayê bi şûnde bi destê xwe, bi tercîha xwe dibe tirsonek an jî qehreman. Ev jî tê wê wateyê ku qedera her mirovî di destên mirovî de ye. Çê yan xerab, lê avakar şexs bi xwe ye. Encama ku mirov dikare ji vê rêgezê derxe di çarçoveya fikra jorîn de ew e ku her netewe qedera xwe bi destên xwe diyar dike. Ango tu sedem “ne-azadbûna” neteweyekê rewa nake. Her netewe mecbûr e ku rola xwe ya di nava dîrokê de pêk bîne.
Ev fikr û rêgez ji bo hemû gelên bindest derbas dibe. Bi taybetî jî ji bo gelên ku li Rojhilata Navîn xwedî warekî ne. Û tiştê herî girîng jî, her çiqas nêrînên oryantalîst gelên bindest û yên ewilîn(primitiv) weke metayeke bisihr û tenê di çarçoveya “hest, dozîn û kevneşopî”yê de bisêwirînin û bi serbilindî û quretîya azadîya xwe nêzî gelên bindest bibin jî, tiştê ku ji bîr dikin an jî naxwazin bê bîra wan ew e ku em giş rêwîyên heman keştîyê ne. Ango li dinyayê em bi qasî hev cî digirin û “ne-azadbûn”a gelekî bi qasî ku derdê wî gelî ye, ewqas jî derdê hemû gelan e, bêyî ku bindest bin an ne-bindest bin. Ji ber ku em giş ji hev berpirsîyar in û eger li devereke dinyayê rewşeke bi vî rengî hebe, tu car nayê wê wateyê ku yên din ji van rewşan bêpar in. Gotineke bi vî şiklî tenê rewrewkeke ku bi salan e kesên oryantalîst di nav de ne û naxwazin ji vê xewa ku ew rewrewkan di wê de ava dikin, hişyar bibin.
* Nîşe: Ev nivîs di sala 2011an de di hejmara 12a ya Kovara Çirûskê de hatîye weşandin lê niha hin guhertin tê de hatine kirin.
[1] Li gorî Leîbnîz’î her monadek bi serê xwe gerdûnek e û bê şibake ye; lê cardin jî hemû monad ji hêla hêza ahenga xwedayî ve bi hev re diguncin, li ser hev kartêker in. Ev kartêkerî lihevguncîn e.
(FD)