TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 175
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye
Mikis Theodorakis 100î zêdetir beste çêkirine ku yên ji bo fîlmên weke “Zorba” (1964), “Z” (1969), “Serpico” (1973) jî di nava wan de ne. Her weha di jiyana xwe de li gel karê muzîkê têkoşîna siyasî kiriye.
2 Îlon 2021
Li Amedê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegerîya Kurdî hat vekirin
Şirketa Botan Internationalê digel Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li bajarê Amedê ofîsa perwerdekirinê û stûdyoya deng qeydkirinê vekir.
2 Îlon 2021
Li Şirnexê êrişa zayendî li zarokekê 9 salî hatiye kirin
Li Taxa Yenî ya Şirnexê hefteya rabirdû mêrê bi navê M.B. êrişa zayendî li zaroka 9 salî kiriye.
2 Îlon 2021
Duh 23 hezar û 946 kes bi Covid-19ê ketine, 290 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 302 hezar û 869 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 946 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 290 kes jî mirine, 706 hezar û 330 doz derzî hatine kirine.
2 Îlon 2021
Pervîn Bûldan: Divê tifaqa aşitiyê bê avakirin
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a HDPê gotiye, “Piştî vê saetê ger pêwîstî bi avakirina tifaqek hebe, divê ew jî tifaqa aşitiyê be.”
2 Îlon 2021
Ji ber nûçeyên li ser Qetlîama Konyayê par ve kiriye, lêpirsîna rojnameger Degerê kirine
Ji ber ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê kuştina malbata kurd a li Konyayê nûçe weşandine, dozgeriyê lêpirsînname ji bo Oznur Deger, nûçegîhana JinNewsê amade kiriye.
2 Îlon 2021
Rojnamegera ku hevpeyvîn bi Talîbanê re kiriye, ji Afganistanê çûye
Beheshta Arghand, bêjera Tolo Newsê, piştî di weşana zindî de hevpeyvîn bi nûnerekî Talîbanê re kireye, ji Afganistanê derketiye.
1 Îlon 2021
Li Bedlîsê daristan hê jî dişewite
Li Bedlîsê 3 roj in daristan dişewite. Her weha ji bo vemirandina agir midaxele nayên kirin û bi hezaran hektar şewitiye.
1 Îlon 2021
IHD: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya aştiyê heye
IHDyê ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî peyamek weşandiye û gotiye: “Heke partiyên siyasî û mixalefeta civakî yên Tirkiyeyê berê xwe bidin ser aştiyê, li gorî nêrîna me teqez wê pêşiya pêvajoyeke nû ya aştiyê vebe.”
1 Îlon 2021
“Mehmet Emîn Ozkanî azad bikin”
Ji bo Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî, girtiyê nexweş serbest bibe, li ser medyaya civakî kampanyayek pêk hatiye. Ozkan wê 15ê Îlonê careke din bê dadgehkirin.
1 Îlon 2021
UNICEF: Li Afganistanê 10 mîlyon zarok hewcedarê alîkariyê ne
Herve De Lys, Nûnerê Afganistanê yê UNICEFê diyar kiriye ku di nav alozî û krîza li Afganistanê de berdêla herî giran zarok didin û destnîşan kiriye ku bi tenê îsal 550 zarok di pevçûnan de mirine, ji zêdetirî hezar û 400 zarokan jî brîndar bûne.
1 Îlon 2021
Duh 21 hezar û 893 kes bi Covid-19ê ketine, 252 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 297 hezar û 167 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 893 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 252 kes jî mirine, 849 hezar û 216 doz derzî hatine kirine.
1 Îlon 2021
Li Stenbol û Eskîşehîrê çalakiyên Roja Aştiyê qedexe bûne
Li Stenbol û Eskîşehîrê çalakiyên 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî qedexe bûne. Qaymeqamiya Bakirkoya Stenbolê ji bo 5 rojan, Walîtiya Eskîşehîrê jî ji bo 15 rojan çalakî qedexe kirine.
1 Îlon 2021
Li Dêrsim, Çewlig, Bedlîs û Şirnexê daristanan hîna jî dişewitin
Agirên li daristanên Dersim, Çewlig, Bedlîs û Şirnexê derketine, didomin. Li van bajaran welatî ligel tîmên agirkujiyê bi derfetên xwe hewl didin agiran vemirînin.
31 Tebax 2021
Ferda Cemîloglû, karsaza Kurd koça dawî kiriye
Ferda Cemîloglû, karsaza Kurd ku demekê bû li Stenbolê derman dibû, koça dawî kiriye.
31 Tebax 2021
“Daristanên li Dêrsimê bi zanebûn tên şewitandin, polîtîkaya fermî ye”
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê ji bo agirê bi daristana Dêrsimê ketiye mesajek weşandiye û gotiye: “Di 38an de Dêrsim ji ber çi hatibe bombekirin daristan jî bi heman sedemê tê şewitandin.”
31 Tebax 2021
Ferhan Şensoy koça dawî kiriye
Ferhan Şensoy, şanoger, lîstikvanê televizyon û sînemayê di saet 02.30ê şevê de li nexweşxaneya ku ji 2ê Tîrmehê pê ve lê derman dibû, koça dawî kiriye.
31 Tebax 2021
Duh 19 hezar û 557 kes bi Covid-19ê ketine, 245 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 283 hezar û 250 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 557 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 245 kes jî mirine.
31 Tebax 2021
Ji ber strana kurdî ceza li Leyla Guven û 8 girtiyan birîne
Ji ber ku bi kurdî stran gotine, ceza li Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya KCDyê û 8 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Elezîzê birîne. 9 jin wê nikaribin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, nameyan bidin û bişînin û telefonî malbatên xwe bikin.
31 Tebax 2021
Parêzer Aslan: Di kuştina Denîz Poyrazê de Gencer bi tena serê xwe nebûye
Turkan Aslan, parêzerê Denîz Poyrazê diyar kiriye û gotiye wan qeydên HTSê yên telefona Onûr Gencer, kujerê Poyrazê lêkolîn kirine û derketiye holê ku Gencerî bi tena sere xwe nebûye.
30 Tebax 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Geliyê Mûnzûrê agir bi daristanan ketiye
Li Xozatê, navçeya Dêrsimê, 13 roj in daristan dişewite. Li Geliyê Mûnzûrê jî agir bi daristanan ketiye.
30 Tebax 2021
Leşkerê ku di operasyona “Pençik-Piling”ê de brîndar bûbû, miriye
Îsmaîl Şebelekê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê derman dibû, duh miriye.
30 Tebax 2021
Duh 17 hezar û 332 kes bi Covid-19ê ketine, 255 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 286 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 17 hezar û 332 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 255 kes jî mirine, 319 hezar û 371 doz derzî hatine kirine.
30 Tebax 2021
Li Dêrsimê 11 roj in daristan dişewite
Li Xozatê, navçeya Dêrsimê 11 roj in ku daristan dişewite. Leşkeran, welatiyên ku xwestine biçin agirî vemirînin, asteng kirine.
27 Tebax 2021
Dadgehê di biryara bi hêcet de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê gotiye “qaşo rojname ye”
Dadgeha ku 9 sal û 9 meh ceza li rojnamevan Îbrahîm Karakaş birîbû di biryara bihêcet de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê gotiye “qaşo rojname ye.”
27 Tebax 2021
Mîthat Sancar: Her kes dizane ku HDP grîngtirîn hêz e
Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên HDPê bi hevserokên bajaran yên partiya xwe re civiyane û li ser bernameya pêşerojê ya partiya xwe axivîne.
27 Tebax 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Meksîkayê destûr daye ku 124 rojnamegerên Afganî biçin welatê wan
Hikûmeta Meksîkayê daxwaza penaberiyê ya 124 rojnamegerên afganî tevlî zarokên wan qebûl kiriye. Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Meksîkayê li balafirxaneyê rojnameger û malbatên wan pêşwazî kiriye.
27 Tebax 2021
Duh 19 hezar û 970 kes bi Covid-19ê ketine, 257 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 297 hezar û 68 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 970 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 257 kes jî mirine, 665 hezar û 998 doz derzî hatine kirine.
27 Tebax 2021
Dadgeha Destûrî têkildarî daxwaza dema zêde ya HDPê wê di 2ê Îlonê de biryarê bide
Dadgeha Destûra Bîngehîn, têkildarî daxwaza dema zêde ya HDPê ya ji bo di doza girtinê de parastinê bike, wê di 2ê Îlonê de biryarê bide. Heke Dadgeha Destûrî daxwaza HDPê qebûl bike dema parastinê wê 90 rojî dirêj bibe, qebûl neke wê HDP paraznameya xwe ya yekem di 7ê Îlonê de pêşkêş bike.
27 Tebax 2021
Li Afganistanê êrîş pêk hatine: Herî hindik 90 kes mirine
Di êrîşê de 13 jê leşkerên DYAyê herî hindik 60 kes mirine. DAIŞê aşkere kiriye ku wan êrîş pêk aniye.
27 Tebax 2021
Parêzer Çîmen: Lêpirsîna Gulistan Dokûyê sekiniye
Alî Çîmen, parêzerê Dokûyê gotiye ku lêpirsîn piştî betalkirina Peymana Stenbolê hatiye sekinandin. Aygul Dokû, xwişka Gulistan Dokûyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bang kiriye û xwestiye Gulistan were dîtin.
26 Tebax 2021
Rojnameger Faîzî: Wê min bikujin
Rojnameger Wahîda Faîzî dema hewl dide ji Afganistanê derkeve bi BBC Newsê re axiviye û behsa hestên xwe kiriye.
26 Tebax 2021
1
...
173
174
175
176
177
...
184
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver