Li Amedê polîsan bi serê sibê re bi ser gelek malan de girtine. Di serdegirtina malan de herî kêm 14 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Amedê îro sibê polîsan bi wesayîtên zirxî derdorên gelek malan girtine û li malan lêgerîn pêkanîne û siyasetmedar, sendîkavan û Dayikên Aştiyê jî di nav de bûye, herî kêm 14 kes desteserkirin e.
Her weha sedema desteserkirinan nehatiye zanîn û polîsan kesên desteserkirine birine Rêvebiriya Polîsan a Amedê.
Navên beşek ji wan kesên hatine desteserkirin weha ne:
Rêveberê Rêxistina HDPya Amedê Huseyîn Baran, Mehmet Asena, Şeyhmus Yavuz, Hevserokê Rêxistina HDPa Navçeya Rezanê Nasir Yelter, Rêveberên Rêxistina DBPê ya Amedê Yasemin Akengîn, Alî Alkan û Mehmet Suslu, Hevserokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajêr a Amedê Erkan Keskin, Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka Egîtîm Senê ya Şaxa Amedê ya Jimara 2an Arzu Koç, Cîgirê Serokê GiştÎ yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Endama Desteya Rêveberiya Odeya Endeyzarên Makîneyê ya Şaxa Amedê Arîn Zumrut, Hevserokê TUM BEL-SENê ya Şaxa Amedê Bakî Ondeş û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Vesiye Yîgît.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezepotamya