Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 246emîn de dewam dike.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber gotinên Emîne Şenyaşarê yên di dema Nobeta Edaletê de kiriye derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Şenyaşarê di çarçoveya lêpirsînê de çûye Rêvebiriya Emniyetê ya Pirsûsê îfade daye. Ji ber vê yekê duh neçûye pêş Edliyeya Rihayê.
“Ez her carê têm qereqolê”
Emîne Şenyaşar di roja çalakiyê ya 24emîn de bi îdiaya ku “Heqaret li karmend ango polîsên wezîfedar kiriye” îfadeya wê hatiye girtin. Şenyaşar di îfadeya xwe de sûcdariya li ser xwe red kiriye û gotiye: “Ez li kujerên zarokên xwe digerim. Ez her carê têm qereqolê.”
4 lêpirsîn û dozek derbarê Şenyaşarê de hatiye vekirin
Beriya niha jî bi îdiaya ku “Heqaretê” li Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derbarê Emîne doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê wê di 12ê Çiriya Paşiyê de were lidarxistin. Li aliyê din bi îddiaya ku Emîne Şenyaşarê “heqaret” li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û polîs û karmendên wezîfedar kiriye di dîrokên cuda de 3 lêpirsîn derbarê wê de hatibûn destpêkirin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(KO/AY)