TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 110
Dengê hevpeymanan nêzîkî hev in
Şîrketa Lêkolînê ya Metropollê pirsiyara “Ger vê Yekşemê hilbijartin pêk bê?” pirsiye û rapirsiyek çêkiriye. Li gorî encama vê rapirsiyê rêjeya dengê Rekevti-na Cûmhûr ji sedî 40,4 e û yê HDPê jî ji sedî 13,4 e.
2 Îlon 2022
Nûbihar Podcastê dest bi weşanê kir
Di beşa yekem a Nûbihar Podcastê de, Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîkî behsa behsa serpêhatî û xebatên xwe yên weşangeriyê kiriye.
2 Îlon 2022
Levent Goktaş li Bulgaristanê hatiye zeftkirin
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî, Levent Goktaş, fermandarê teqawitbûyî yê firar û gumanbarê doza Hablemîtoğluyê li bajarê Svîlengradê hatiye desteserkirinkirin.
2 Îlon 2022
Polîsan destûr nedaye çalakiya "Aştiyê" | Rojnameger tacîz kirine
Bi sedan kes li Kadikoyê ji bo 1ê Gulanê kom bûne û li dijî şer derketine. Çalakvan ji bo banga Aştiyê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê kom bûne lê polîsan li vir midaxele li wan kiriye û gelek kes desteser bûne. Polîsekî sivîl nûçegîhana bianetê Tûgçe Yilmaz tacîz kiriye.
2 Îlon 2022
Jinan pankarta "Bila Aysel Tûglûk serbest bibe" bi Pira Malabadî ve daliqandiye
Jin ji bo balê bikişînen ser rewşa Ayşe Tûglûka ku bi nexweşiya demansê ye û ji bo serbest bibe, çalakiyek li dar xistiye.
1 Îlon 2022
Baroya Amedê ji bo sala edlî ya nû daxuyanî daye
Baroya Amedê têkildarî sala nû ya edlî li ber Edliyeya Amedê daxuyaniya daye.
1 Îlon 2022
Kavalayî giliyê dozgerê îdianame nivîsandiye kiriye
Kavalayî gotiye, dihate zanîn ku ya xwarin bi Henry Barkeyî re xwariye Asli Aydindaşbaş e, lê bi tohmeta sîxurtiyê, bi israr wî di girtîgehê de dihêlin.
1 Îlon 2022
ÎHD: Em mafê aştiyê diparêzin, pêdiviya me bi aştiyê heye
"Ji bo ku Tirkiye pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê çareser bike pêdiviya wê bi pêvajoyeke nû ya aştiyê û çareseriya şer heye."
1 Îlon 2022
Leyla Mexso Berazî: Helbest natirse, divê netirse!
Leyla Mexso Berazî ev neh sal in bi kurdî dinivîse. Pirtûka wê ya helbestan di nava seta "Şahmaranê" ya helbestvanên jin de çap bûye.
1 Îlon 2022
Suna Alan
Polîsan welatiyên Tokatkoyê desteserkirine
Tevî biryara dadgehê ya ji bo rawestandina pêkanîna projeya veguhertina bajarî a li Taxa Tokatkoya Beykoza Stenbolê, Şaredariya Beykozê ya AKPê welatiyan bi darê zorê ji malên wan derdixe.
1 Îlon 2022
Vê heftê wê 8 fîlmên nû bên nîşandan
Li salonên sînemayê vê hefteyê sisê jê xwemalî, 8 fîlmên nû wê bên nîşandan. Spider Man: Vegera Malê Tuneye wê careke din bê nîşandan.
1 Îlon 2022
“Em ê bi israr aştiyê bixwazin û dest jê bernedin”
Weqfa Aştiyê û EŞIKê bal kişandine ser 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî û "bang aştiyê" kirine.
1 Îlon 2022
Bihayê elektrîkê û gaza xwezayî ji sedî 20 zêde bûye
EPDKyê aşkere kiriye ku ji meha Îlonê ve bihayê elektrîkê ji sedî 20 zêde bûye. Her weha BOTAŞê jî ji bo malan bihayê gaza xwezayî ji sedî 20 zêde kiriye.
1 Îlon 2022
Jinên li hala fêkiyan dixebitin: Me tacîz dikin, mehane kêm in, em saetên dirêj kar dikin
Jin serê sibê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin û karê wan heta 17.00ê êvarê dewam dike. Heqdestê van jinan di navbera 210-230 lîreyî de ye. Car heye jî heya saet 20.00-21.00ê jî dixebitin, lê heqê mesaiya wan nayê dayîn.
1 Îlon 2022
Walîtiya Mêrdînê konsera Îlkay Akkayayê qedexe kiriye
Akkayayê li dijî biryara qedexeyê gotiye, “Min stranên wekheviyê, edaletê, hezkirin û azadiyê stra. Ji niha û pê de jî wê bi vî rengî be.”
31 Tebax 2022
Derbarê Emîne Şenyaşarê de lêpirsîneke din vekirine
Derbarê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşarî de 20 lêpirsîn bi îddiayên weke hev hatine vekirin. Ji wan 4 jê veguheriye dozê. Lêpirsîna herî dawî jî 15emîn lêpirsîne ku li dijî Emîne Şenyaşar bi heman hincetê vekirin e.
31 Tebax 2022
Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bûye
Di meha Îlonê de wê lîstika bi navê "Dek û Dolabên Scapen" û ya bi navê "Hinek Henek" bê nişandan.
31 Tebax 2022
HDPyê pêşniyazname peşkeş kiriye, CHPyê gilî kiriye
Gulistan Kiliç Koçyîgîta HDPyî gotiye ku “Di rastiyê de Wezareta Karûbarên Hundir sûc dike, HDPyê hedef nişan dide.” Lale Karabiyika CHPyî jî diyar kiriye ku CHPyê ji ber tundkarî li dersdaran kirine, giliyê polîsan kiriye.
31 Tebax 2022
“Girtiyên ku nexweşiya wan giran in divê demildest bên berdan”
Baroya Wanê û nûnerên OHDyê li Wanê diyar kirine ku girtina Makbûle û Hadî Ozer binpêkirina maf e û her weha xwestine ku girtiyên nexweş demildest bên berdan.
31 Tebax 2022
Li Konyayê di navbera du malbatan de şer derketiye: 2 kes hatine kuştin
Li navçeya Karatay a Konyayê di navbera du malbatan de şer derketiye û di encamê de 2 kes hatine kuştin.
31 Tebax 2022
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Ji bo çareseriya li girtîgehan ne dereng e”
Malbatên girtiyan li Amedê bang kiriye û gotiye: “Em ne mafê xatirxwestinê em mafê jiyanê dixwazin. Ev daxwaz, daxwaza mirovahiyê ye.”
31 Tebax 2022
"Yek ji sedemên zihabûna Gola Ûrmiyeyê çêkirina bendavan e"
Ji sedî 95ê Gola Ûrmiyeyê ziha bûye. Ji ber zihabûnê habitata gîha û ajalên li golê jî din ava xetereyê de ne.
31 Tebax 2022
Mîxaîl Gorbaçov, serokê dawî yê Yekitiya Sovyetan miriye
Mîxaîl Gorbaçov, serokê dawî yê Yekitiya Komarên Sosyalîst yê Sovyetan di 91 saliya xwe de miriye. Gorbaçov ji ber pirsgirêka gurçikan derman dibû û bi saya hemodiyalîzê jiyana xwe didomand.
31 Tebax 2022
Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin miriye
Cenazeyê Çapkinî li Goristana Yenikoyê hatiye şuştin û paşê jî li Taxa Hacireşî ya Farqînê bin ax kirine.
31 Tebax 2022
Reyhan Abdî ya ji Rojavayê tevî pitika xwe ya 2 mehî hatine girtin
Şaxa OHDê ya Stenbolê diyar kiriye ku biryara girtinê ne hiqûqî ye û gotiye, "Em biryarê qebûl nakin."
30 Tebax 2022
Alîgirên Mûqteda es-Sadr bi hêzên ewlekariyê re şer kirine: Herî kêm 20 kes mirine
Li Herêma Kesk hin biyanî di nava pevçûnên kolanan de mane. Xebatkarên Balyozxaneya Hollandayê derbasî nûnertiya dîplomatîk a Almanyayê bûne.
30 Tebax 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Polîsan êrişî malbatên wendahiyan kirine
Malbatên kesên ku di dema desteserkirinê de hatin wendakirin jî di nav de herî kêm 14 kes hatine desteserkirin.
30 Tebax 2022
Malbatên girtiyên nexweş: Destûra Bingehîn pêkbînin
Malbatan di çarçoveya Nobeda Edaletê de li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê bang li Wezareta Dadê kirine û gotine, “Em edaletê ji kê bixwazin? Edalet çi dibe bila bibe pêkbînin.”
30 Tebax 2022
PENa Kurd: Bila kujerên nivîskar Suhêl Xurşîd Ezîz bên girtin
Navenda PENa Kurd di daxuyaniya xwe de gotiye, “Parastina nivîskar û rojnamegeran erka dezgehên ewlekarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
30 Tebax 2022
Li gelek bajaran ji bo Roja Aştiyê wê bername pêk bên
Rêxistinên ked, aştî û demokrasiyê, zanyariyên derbarê bernameyên 1ê Îlonê Roja Aştiyê weşandine.
30 Tebax 2022
Li Sakaryayê êrişî karkerên demsalî kirine: 2 kes birîndar bûne
2 kes di encama êrîşê de birîndar bûne. Karker neçar mane ku ji navçeyê derkevin û vegerin.
30 Tebax 2022
Li Tirkiyeyê WhatsApp, YouTube û Instagram bêtirî yên din tên bikaranîn
Li gorî lêkolîna TUIKê li Tirkiyeyê ji sedî 94,1ê welatiyan înternetê bikar tînin. Rêjeya jin û mêran nêzîkî hev in. Ji sedî 46 bi rêya înternetê kirîn û firotinê dikin. Herî zêde WhatsApp, YouTube û Instagram tê bikaranîn.
30 Tebax 2022
1
...
108
109
110
111
112
...
119
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver