Dikandarên Sûka Penêr a Amedê: "Em ê çi xweliyê li serê xwe bikin"
Ji 81 dikanên Sûka Penêr a Amedê, 25 dikan vekirî mane. Dikandar ji ber buhabûna şîr, êm û mazotê bi gilî û gazind in. Ew dibêjin ji ber vê rewşê, buhayê penêr jî zêde dibe û kes nema dikare tiştekî bikire.