Li gorî daneyên saziyên pîşeyî û ekolojiye, di navbera salên 2004an û 2020an de li Amedê li ser 300 hezar hektar erdên çandiniyê avahî hatin çêkirin. Nûnerên van saziyan balê dikişinin li ser xetereya vê û kêmbûna xurekan û çandiniyê.
“Amed di kêmbûna erdên çanidiniyê de serî dikişîne”
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê yê Şaxa Amedê Abdûssamed Ûcamanî bal kişand li ser berhemdariya erdên çandiniyê yên li Amede. Wî diyar kir digel vê rewşê ji ber polîtîkayên giştî, hilberîn di asta tê xwestin de pêk nayê: “Ji ber vê rewşê dê di demên pêş de pirsgirêkek mezin a tunebûna xurekan çêbe. Di kêmbûna erdên çandiniyê de li Tirkiyeyê Amed serî dikişîne. Di navbera salên 2004-2020an de li Amedê li ser 300 hezar hektar erdên çandiniyê avahî hatin çêkirin. Di heman demê de ji sedî 18 jî jî daristan û mêrg kêm bû ye. Sedema vê yekê jî polîtikayên îmar û dagirkirinê ye. Ev dane pirsgirêkek mezin e. Divê hûkûmeta navendî pêşiya vê yekê bi tedbîran bigire. Erdên çandiniyê divê bên parastin.”
“Amed veguherandine şantiyeyê”
Hevseroka Şaxa Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Amedê Nûjiyan Yildirimê behsa girîngiya Amedê ya ji bo çandiniyê kir û got ku bi sedan salan Amedê embara zad a herêmê bû: “Her çiqas di destpêka sedsala 19.an û pê de, ji ber sedemên şer û bêaviyê, hilberîn kêm bûbe jî bê navber hilberîn domî ye. Lê mixabin di nav van salên dawî de destûra avadanê ji bo erdên çandiniyê û yên biav dane û Amedê veguherandine qada şantiye. Feraseta ku mezinbûna aboriyê û pêşketinê bi betonan ve girê dide, ti mafê wê nîne ku hilberîna çandiniyê tune bike. Çêkirina Santralên Hîdroelektrîk (HES) û bendavan, dibe sedema komkijiya xweza û civakî.”
“Bexçeyên Hewselê tune dikin”
Li Amedê yek ji cihên ku ji hêla siruştî û çandiniyê ve girîng e Bexçeyên Hewselê ne. Ev demeke ku ji bo Bexçeyên Hewselê behsa hin plan û projeyên avadaniyê tê kirin. Li wir tê xwestin ku veguherîna bajêr pêk bê û avahiyên nû saz bikin.
Endamê Komeleya Ekolojiyê Gokhan Sarûhanî destnîşan kir ku divê mirov bajarê ku tê de dijî tenê bi betonan nenirxîne: “Ji xwe axa ku çandinî li ser tê kirin ji bo lêkirina avahiyan bingeha ne bihêz e.”
Sarûhanî diyar kir ku beriya şer û pevçûnên di sala 2015an û 2016an de li nava Surê pêk hatin, gelê Sûrê li Bexçeyên Hewselê debara xwe bi sebze û giyayên wê dere pêk dianîn: “Di navbera Bexçeyên Hewselê û gelê Surê de têkiliyek ku hevdu kedî bikin hebû. Lê piştî van bûyeran niha dixwazin xeteke jiyanê ya cûdatir ava bikin. Di bin navê veguherîna bajêr de li wê derê dixwazin jiyanê qetil bikin. Berê Şaredariy^ne Amedê Hewsel diparastin. Lê piştî kayûman ev der kete deste Mûduriyeta Bajarvanî û Derdorê. Ew jî biryarên ku ji Enqereyê tên girtin li vir pêk tîne. Her wiha ji bo Hewselê qetil bikin û gelê li vir dijîn ji vê derê derkevin, bi awayekî zanebûn moloz û gemaran tînin diavejin vê derê.”
“Destûra avadanê dan bi hezaran donim erdên çandiniyê”
Serokê Odeya Çandiniyê yê Bajarê nû yê Ameê Suleyman Îskenderoglûyî diyar kir ku ger destûra avadaniyê pêwîst be jî divê ew destûr ne ji bo erdên çandiniyê bên dayîn:
“Li Amedê ji bo rant û hin kes bên dewlemendkirin, di van salên dawî de destûr hat dayîn ku li ser bi hezaran erdên çandiniyê avahî bên çêkirin. Belê rast e, ji ber zêdebûna serjimariya bajêr avahî tên avakirin. Lê dive ev avahî li ser erdên ku çandiniya wê nayên kirin bên çêkirin. Erdên me yên ku ji bo çandiniyê bi nirx e, teqez divê bên parastin. Amed di nava bajarên çandiniyê de yek ji navenda çandiniyê ye. Lê em dibînin ku erdên wê yên çandiniyê çiqas diçe kêm dibe. Em wekî cotkarên vî bajarî, ev ranta ku li ser erdên me tên kirin qebûl nakin. Her wekî din em li hemberin ku herêmên sanayiyê jî li ser erdên çandiniyê bên avakiri.”
Îskenderoglûyî bal kişand li ser bûyerên piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê yên di warê dexl û danan de pêk hatiye: “Dema şerê Rusya û Ukranyayê dest pê kir, Serokdewletê Rusyayê Vladîmîr Putînî got em genim nafiroşin. Û li ser vê yekê qeyrana genim çêbû. Ev yek dide xuyakirin ku erdên çandiniyê çiqas giring in. Lê kes ji vê buyerê ders negirt. Li cihê ku erdên çandiniyê zêdetir girîng bibin, çiqas diçe kêm dibin. Divê êdî dewleta vî welatî erdên çandiniyê biparêze û nirx bide cotkaran. Bila pêşeroja zarokên me neyê tarîkirin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bersiv neda
Derbarê destûrên ji bo avadaniyê li ser erdên çandiniyê bên kirin de me telefonî Midûriyeta Avadaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir lê wan nexwest bersiva pirsên me bidin. (GO/FD)