“Pêlavên kevin ji bo hemwelatiyan bûye hêvî”

Di van demên dawî de ji ber kriza abori ku gelek beşên kar hatine rewşa sekinandinê, karê koşkaran jî bi hatina zivistanê re zêdetir bûye. Li Navçeya Rezana Amedê ku piraniya hemwelatiyan xizanin û pêlavên xwe yên 5-10 sal berê dibin çak dikin.
Qezenc zêdeye lê hemwelatî perîşan in
Koşkar Umît Sevenê 38 salî 20 sal in li ser rêya Hatboyê ya Rezanê dikana wî heye. Seven da zanîn ku kriza aborî bandorê li ser kirîna pêlavan jî kiriye û weha got:
"Di nava 20 salan de herî zêde ev du sal in qezenca min zêde bûye. Sedema vê yekê jî kriza aborî ye. Pêlavên ku 250 TLyî bû niha bûye 2-3 hezar TL. Pêlavên ku mirov diavê li ser çopê jî ji bo temîrê tên ber destê me. Wê rojê hemwelatiyek pêlava xwe ya 10 sal berê ku stendiye ji bo temîrê anî gel min. Bi rastî jî êdî ji bo temîrê jî nedibû. Lê çiqas ji destê min hat min ew pêlavê temîr kir û pere jî jê nexwest. Qezenca me zêde bûye, lê hemwelatî êdî nikarin pêlavek jî ji bo xwe bistînin. Piranî welatî di xaniyê kirê de rûdinên û her me lêçûna ceyranê, av û gaza xwezayî zêdetir dibe. Rewş gelek kambaxe."
Pêlava xwe ya 5 sal berê nû kir
Hemwelatiyê bi navê Muhammed İzgi jî ku pêlavê xwe yê 5 salî ji bo temîrê aniye û wiha got: "Min pêlava xwe 5 sal berê stendiye. Ez di karê înşaatê de dixebitim. Encax mesrefa malê û zarokên xwe dikarim pêşwazî bikim. Nikarim ji xwe ra pêlavek nû bistînim. Min pêlava xwe da temîrkirinê û boyaxa wê kir. Îsal jî ez ê pê îdare bikim."
(GO/AY)
Dikandarên Sûka Penêr a Amedê: "Em ê çi xweliyê li serê xwe bikin"

Fatîma Ahmeda penaber: Şer ne tenê mirin e, ji mirinê jî zêdetir e

“Li Amedê li ser 300 hezar hektar erdên çandiniyê avahî hatin çêkirin”

VÎDEO NÛÇE
"Divê hemû kes bi zimanê xwe bên perwederkirin"
