Fatîma Ahmed li navçeya Sûrê ya Amedê dijî. Her roj serê sibehê zû radibe, neviyê xwe yê 4 salî li ereboka xwe ya xurdeyan siwar dike û li kolanan kaxiz, naylon, pîlastik û hesinan berhev dike. Wan dibe difiroje û rojê nêzî 50-100 TL pereyan qezenç dike.
Fatîma Ahmed dibêje ku barê wê pir giran e. Piştî ku kur û bûka wê dev ji hev berdidin 3 neviyên wê yên ku temenê wan di navbera 4, 6 û 8 salî de ye bê dêw û bav dimînin û ew neçar e ku wan xwedî bike.
Amed, yek ji bajaran e ku herî zêde hejmareke zêde penaber lê hene. Li gorî daneyên Komîsyona Mafên Pênaberan a Baroya Amedê, nêzî 25-30 hezar pênaber li Amedê dijîn. Ew di fabrikayan de dixebitin, şivantî û cotkariyê dikin. Hinek ji wan bijîşk û hîndekar in.
Fatîma Ahmeda 50 salî yek ji wan e. Ew, piştî ku di sala 2011an da li Suriyeyê şer diqewime û êrîşên DAIŞê pêk tên tevî 3 zarokên xwe neçar dimîne ji başarê Helebê koçî Amedê bike.
"Goreke ku tu lê werî veşartin jî tune ye"
Dema şer li Suriyeyê diqewime xûşk, bira û gelek xizmên Ahmedê hatine kuştin. Wê bi van gotinan behsa bandora xer kir:
“Şer ne tenê mirin e, ji mirinê jî zêdetir e. Êrîşa li hemberî ax, laş, mêjî, hêst, jiyan û çanda te ye. Dema te qetil dikin, goreke ku tu lê werî veşartin jî tune ye. Mixabin tu li axa xwe nayê binaxkirin. Laşê te li kolanan dimîne. Bi ser laşê te de jî bombe tên barandin. Weke jinekê di nava şer de mayîn, zêdetir zehmetir e. Ji ber ku DAIŞ jin direvandin û wan li sûka xûlaman difirotin.”
Dema behsa bajarê xwe Helebê dike hestiyar dibe û hêsir ji çavan dibare: “Bajarekî ku bifikirin jiyan li wê zindî bû. Zarok li kolanan dilîstin. Her çi qas zehmetî hebe jî kêfxweşî jî hebû. Lê niha bajarê min wêran bûye. Li wir êş, bê hêvi û jiyaneke mirî heye. Ji ber wê jî şer ne tenê mirin e, ji mirinê jî zêdetir e.”