TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Tirkiye
Rûpela 25
Medyaya Ewropayê: Tirkiye û Hollanda li benda lêborînê bûn
Hollandayê eşkere kir ku wê bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Li gor rojnameya Financial Timesê Tirkiye li bendê bû Hollandê lêborînê bixwaze. Li gor medyaya Hollandayê jî Hollanda li bendê bû lêborîn ji wê bê xwestin.
6 Sibat 2018
Hollandayê balyozê xwe bi awayekê fermî ji Tirkiyeyê vegerand
Wezîrê karên derve yê Hallandayê, Halbe Zijlstrayî da zanîn ku welatê wî bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Ev salek bû Tirkiyeyê destûr nedida wezîrê Hollandayê bê Tirkiyeyê.
5 Sibat 2018
Nifûsa Tirkiyeyê nêzîkî 81 Milyonan e
Li gor daneyên sala 2017ê nifûsa Tirkiyeyê: 80 Milyon û 810 hezar û 525 e. Rêjeya zêdebûna nifûsê ya salane di sala 2016ê de ji sedî 13,5 bû di sala 2017ê de ev rêje bûye ji sedî 12,4.
1 Sibat 2018
Rûsya: Di operasyona li ser Efrînê de sivîl jî mirine
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaharovayê eşkere kir ku di van deh rojên ku li operasyonek li ser Efrînê hatiye dest pê kirin bi sedan kes mirine, di nav wan de sivîl jî hene.
31 Çile 2018
Macron: Divê operasyona Tirkiyeyê veneguheze dagirkeriyê
Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê derbarê operasyona li ser Efrînê ji rojnameya Le Figaroyê re axiviye û Tirkiye hişyar kiriye ku operasyon veneguheze dagirkeriyê. Serokwezîr Yildirimî bersiv da û got, “Hizra Fransayê seqet e.”
31 Çile 2018
Çavdêriyên Robert Fiskî yên li ser Efrînê
Nivîskarê Independentê, Robert Fisk “yekem rojnamegerê rojavayî ye ku li Efrînê dinivîse.” Wî çavdêriyên xwe nivîsîne.
29 Çile 2018
Rêveberiya Efrînê: “Em li bendê ne ku Sûriye Efrînê û sînorên wê ji Tirkiyeyê biparêze”
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê operasyona li ser Efrînê weke gefa li ser jiyana gelê sivîl û hevgirtina xaka Sûriyeyê nirxand û bang li dewleta Sûriyeyê kir ku “Ji bo parastina herêmê bi berpirsiyariyên xwe re rabe.”
26 Çile 2018
Sûriye: Operasyona Tirkiyeyê dagirkeriye, mafê me yê bersivdayinê heye
Feysel Mîqdat Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ji BBCyê re axivî û operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bi gotina “dagirkerî” bi nav kir. Mîqdatî wiha got: “Her cure mafê bersivdayinê ya Sûriyeyê li hemberî êrîşeke wiha heye.”
25 Çile 2018
Roja sêyem a operasyona li ser Efrînê
Li gor agahiyên destkevtî li Ezezê YPG(Yekîneyên Parastina Gelî) û ASA(Artêşa Sûriyeya Azad) dest bi şerî kirine.
22 Çile 2018
DYA: Tirkiyeyê beriya operasyonê me agahdar kir; NY wê ji bo Efrînê kom bibe
Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê got ku Tirkiyeyê beriya dest bi operasyona Efrînê bike ew hişyar kirine û agahî dane wan. Li ser bangewaziya Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtû wê li ser operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê kom bibe.
22 Çile 2018
Rûsya: Amerîkayê îspat kir ku ew nikare hevkariyê bi ti aliyan re bike
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov li ser operasyona Efrînê axivî. Rexne li Amerîkayê kir.
22 Çile 2018
DYAyê ji Tirkiyeyê re got ku “Êrîşî Efrînê nekin”
Nauert Berdevka Wezareta Karên Devre ya DYAyê gotina Wezîr a ku digot “Em hêza sînorî ava nakin” dubare kir û bang li Tirkiyeyê kir ku operasyonê li hemberî Efrînê nekin.
19 Çile 2018
Sûriye: Heke ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike em ê li balafirên wan bidin
Piştî ku Mevlût Çavûşoglû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got, wê operasyona Efrînê bi paş de neyê xistin, bi çend saetan, Mîkdat Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got, “Heke ku balafirên Tirkan êrîş bikin sîstemên me yên berevaniyê amadene ku wan tune bikin.”
18 Çile 2018
DYA: Em ê hêza parastina sînorî ava nekin
Weîzrê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û berdevkê Wezareta Parastinê(Pentagon) Eric Pahonî eşkere kirin ku ew ê li Sûriyeyê hêzeka parastina sînorî ava nekin.
18 Çile 2018
YPG û MSDyê bersiv dan daxuyaniyên Erdoganî yên derbarê Efrînê
Îlham Ehmed Hevseroka Mcelîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û Nûrî Mehmûd Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva daxuyaniyên Erdoganî yên derbarê Efrîn û Idlibê de da.
17 Çile 2018
HDP: Hewildaneka ji bo dagirkirina Efrînê dê şerekê nû bide dest pê kirin
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku “hewildaneka ji bo dagirkirina Efrînê dê rewşeka wek salên destpêkê yên şerê li Sûriyeyê çêbike. Dê bibe sebeb ku şerekê li erdnîgariya berfireh dê dest pê bike û demekê dirêj bidome.”
16 Çile 2018
Brîtanyayê ji bo gera Tirkiyeyê hişyarî da welatiyên xwe
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê welatiyên xwe hişyar kir ku di gera bajarên 10 kîlometre nêzîkî sînorên Sûriyeyê û Amed jî di nav de 10 bajaran de baldar bin.
15 Çile 2018
WEZARETA KARÊN DERVE YA SÛRIYEYÊ
“Bila Enqere hêzên xwe ji Sûriyeyê vegerîne”
Cihgirê wezîrê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Faysal Mîkdadî diyar kir çûna Sûriyeyê ya hêzên Tirkiyeyê “êrîşkarî ye.”
15 Çile 2018
DYA bi beşdariya HSDyê Hêza Ewlekariyê ya Sînorî ava dike
Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê ya DYA serpereştiya wê dike, aşkere kir ku ew ê hêza ewlekariyê ya ji 30 hezar kesan pêk tê ava bikin. Li ser navê Tirkiyeyê Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalinî bersiv da: “Bi ti awayî ne mimkun e ku ev rewş bê qebûlkirin.”
15 Çile 2018
Almanyayê girtîyê îslamîst ê radîkal neşand Tirkiyeyê
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Almanyayê biryara ji bo şandina girtîyekê ji Tirkiyeyê yê li Almanyayê betal kir. Piştî parêzerên girtîyî diyar kir dibe yê girtî “li Tirkiyeyê rastî îşkence û miameleya nemirovî bê” dadgehê ev daxwaz di rê de dît.
10 Çile 2018
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Xwenîşanderan çûna Fransayê ya Erdoganî protesto kir
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina digel serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî çû bajarê Parîsê yê Fransayê. Li wê derê xwenîşanderan çûna Erdoganî protesto kir.
5 Çile 2018
Macronî gazind ji azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê kirin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan vexwend Fransayê, ji berya ku Erdogan biçe Fransayê Macronî gazind ji azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê kirin.
4 Çile 2018
Esadî ji bo Erdoganî got: Piştgiriya komên terorîst dike
Piştî ku Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serokê Sûriyeyê Beşar Esadî got “ew terorîst e” Esadî bersiva wî da.
28 Kanûn 2017
Fermandarê YPGyê, Sîpan Hemo
“YPG jî dê beşdarî civîna li Soçîyê bibe”
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gelî(YPG), Sîpan Hemoyî diyar kir ku Rûsyayê soz daye wan ku YPG dê beşdarî Kongreya Dîyaloga Neteweyî bibe. Kongre dê di Kanûna Paşiyê de li bajarê Şoçîyê yê Rûsyayê bê pêkanîn.
28 Kanûn 2017
Erdoganî ji Esadî re got “terorîst”
Erdoganî li Tûnisê civîneke çapemeniyê li dar xist û Beşar Esad Serokdewletê Sûriyeyê bi kirina “terora dewletê” sûcdar kir û got ku meşa bi Esadî re ne mimkun e.
27 Kanûn 2017
Rûsya: Tirkiyeyê bi 2.5 milyor dolarî 4 bateryayên S-400î kirîn
Sergey Çemezov Serokê Rosthehê ku şîrketa berevaniyê ya Rûsî ye aşkere kir ku Tirkiyeyê bi 2.5 milyar dolarî 4 heb Bataryayên S-400î kirî ne. Tirkiye yekem welatê NATOyê ye ku bûye xwediyê van bataryayan.
27 Kanûn 2017
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Reşbeleka Qudsê li NYyê hat qebûlkirin
Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) ew reşbelek hat qebûlkerin ku “ji bo dest ji naskirina Qudsê ya weke paytexta Israîlê berde” bang li DYAyê dike. Di dengdanê de 9 endam li hemberî reşbelekê derketin 35 endam bêalî man û 128 endaman dengên belê bi kar anî. Ti bandora biryarê li ser NYyê nîne.
22 Kanûn 2017
CPJ: Îsal jî herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger hatine girtin
Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navnetewî (CPJ) aşkere kir ku li gorî daneyan heta meha Kanûna Pêşiyê ya 2017yê li cîhanê 262 rojnameger di girtîgehan de bûn. Tirkiye du sal in ku dibe “welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne”.
13 Kanûn 2017
SEROKWEZÎRÊ ÎSRAÎLÊ
“Ez dersa exlaqî ji wî rêberî nastînim ku wî bombe li gundên kurdan barandine”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahûyî bersiva serokkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî da û got ew dersa exlaqê ji Erdoganî nastîne.
11 Kanûn 2017
SEROKKOMAR, RECEP TAYYÎP ERDOGAN
“Ho Trumpo, tu dixwazî çi bikî?”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trumpî, eşkere kir wan Quds wek paytexta Îsraîlê qebûl kiriye, li ser vê yekê serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan nerazîbûna xwe diyar kir.
7 Kanûn 2017
Ji Tirkiyeyê 768 karmendan ji bo penabertiyê serî li Almanyayê dane
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya Almanyayê ji 15ê Tîrmehê ya 2016yê heta roja me ji Tirkiyeyê 768 karmend û malbatên wan ji bo penabertiyê serî li Almanyayê dane. Ji nîvê zêdetir serlêdan hatine qebûlkirin.
5 Kanûn 2017
YPG: Me Rojhilatê Feradê ji DAIŞê stand
Yekîneyên Parastina Gel[î](YPG) da zanîn ku rojhilatê Feradê ji DAIŞê hatiye standin.
4 Kanûn 2017
1
...
23
24
25
26
27
...
30
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver