Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gelî(YPG), Sîpan Hemoyî diyar kir ku Rûsyayê soz daye wan ku YPG dê beşdarî Kongreya Dîyaloga Neteweyî bibe. Kongre dê di Kanûna Paşiyê de li bajarê Şoçîyê yê Rûsyayê bê pêkanîn.
Sîpan Hemoyî ji Reutersê re gotiye ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê 115 kes dê wek nûnerên wê derê beşdarî civîna li Rûsyayê bibin.
Heta niho rêxistinên kurdan beşdarî civînên ji bo aştiyê nebûne. Ji bo civîna paşiyê YPG hatibû vexwendin, li ser vê yekê Tirkiyeyê xwe nerazî kiribû û civîn hatibû paşdedan.
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan diyar kiribû ku serokê Sûriyeyê Beşar Esad terorîst e û divê ji bo civînan ew neyê vexwendin.(PT/MB)