Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hişyariya xwe ya derbarê Tirkiyeyê de nû kir. Li gorî zanyariyên nû yên di malpera Wezareta Karfên Derve de hatine belavkirin, Brîtanyayê ji welatiyên xwe xwestiye neçin Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Amed, Sêrt, Dêrsim, Colemêrg, Kilis û Hatayê.
Wezaretê di nivîsa xwe de hişyariya derbarê “xwenîşandan û protestoyên gengaz” de rakir. Her wiha hatiye diyarkirin ku dibe di firînên ji Tirkiyeyê ber bi Brîtanyayê de tedbîrên ewlekariyê bên zêdekirin û ji geştyaran hatiye xwestin ku hevalbendiyê bi hêzên ewlehiyê re bikin.
Sala 2016yê 1 milyon û 700 hezar welatiyên Brîtanyayê serdana Tirkiyeyê kiribûn. Digel hemû hişyariyan Tirkiye ji bo welatiyên Brîtanyayê di mijara geştyariyê de bûbû cihê herî populer. (PT/FD)