Ji ber strana kurdî ceza li Leyla Guven û 8 girtiyan birîne
Ji ber ku bi kurdî stran gotine, ceza li Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya KCDyê û 8 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Elezîzê birîne. 9 jin wê nikaribin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, nameyan bidin û bişînin û telefonî malbatên xwe bikin.