Fotograf: MA
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora derbarê Girtîgeha Jinan a Amedê de aşkere kiriye. Rapor li avahiya ÎHDya Amedê bi civîneke çapemeniyê hatiye aşkerekirin.
Parêzer Gurbet Yavuz, Endama Komîsyona Girtîgehan rapor xwendiye.
“Ji bo ku stranên kurdî gotine ceza li wan hatiye birîn”
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzer Gurbet Yavûzê diyar kir ku rapor li gor nameyên girtiyan ji wan re şandine û seredana heyeta wan a li Girtîgeha Jinan a Amedê hatiye amadekirine.
Yavûzê ev zanyarî dane:
“Li girtîgeha jinan di qawîşan de qeyda vîdeoyê tê kirin. Bi vê mafê bingehîn ê jiyanê û yê mahremiyetê tê binpêkirin. Derbarê vê de bi rayedaran re jî hevdîtin hatibûn kirin lê ti encam jê derneket. Li girtiyan ferz dikin ku wan tazî bikin û li ser wan bigerin. Ev rûmeta mirovan dişkîne.
“Girtiyan anîn ziman ku rastî pêkanîna 'cot kelepçekirinê' tên, ji ber vê yekê dema dibin nexweşxaneyê mesafeya civakî tê îhlalkirin. Ev yek jî îhlala qedexeya mûameleya nebaş e. Girtiyan diyar kirin ku ji ber pêvajoya pandemiyê aktîvîteyên wan hatine sînordarkirin.
“Dema xwestin li odeyên xwe stranên kurdî bêjin jî ji aliyê karmendan ve tên hişyarkirin. Ji ber ku stranên kurdî guhdar kirine, sepanên derbarê wan de hatine kirin îhlala mafên wan ên çandî û civakî ye.”
“Divê mekanîzmayên serbixwe werin avakirin”
Komîsyona Girtîgehan pêşniyarên xwe jî wira rêz kirine:
"* Divê mevzuata rejîma înfazê ya Tirkiyeyê û polîtîkayên wê li gor hiqûqa mafên mirovan a navnetewî û mafên girtiyan were kirin.
* Divê demildest dest ji pêkanînên muameleya nebaş û îşkenceya ku li girtiyan dikin berdin û li gor hiqûqa navnetewî nêzî girtiyan bibin.
* Divê mafê mahremiyêtê yê girtiyan were parastin. Divê dîmenkêşên ku li qadên taybet yên weke serşok, daşir û kogûşên girtiyan demildest werin rakirin.
* Divê lêgerînên ku li ber deriyê girtigehan tên kirin rumeta mirovan neşikênin û li gor mevzûata netewî û navnetewî, li gor rûmeta mirovan nêzîkî girtiyan bibin. Divê derbarê personelên ku van pêkanînan pêk tînin de dozgeriya girtîgehê kirarên kanûnî pêk bîne.
* Divê ji bo girtiyên ku nexweş in tedbîr werin girtin û şertên dermankirinê pêk bînin. Divê dest ji mûameleyên nebaş yên weke cotkelepçekirinê berdin ku bi awayekî nebaş bandorê li tenduristiya girtiyan dike.
* Ji bo girtî aktîveteyên çandî û civakî pêk bînin divê şert û merc werin avakirin. Aktîvîteyên weke gotina stranên bi kurdî nabe weke sûc bên hesibandin. Divê aktîvîteyên girtiyan bi girtek û cezayên dîsîplînê neyên astengkirin.” (FD)