Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Elezîzê, ji ber ku stranên bi kurdî gotine, lêpirsîna Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 jinên girtî kiribû. Di vê lêpirsînê de rêveberiyê ceza li her neh jinan biriye. Li gorî vî cezayî wê Guven û girtiyên din ên jin heta mehekê nikaribin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, nameyan bidin û bişînin û telefonî malbatên xwe bikin.
Sabîha Temîzkan, keça Leyla Guvenê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî zanyariya cezakirinê weşandiye û gotiye ku cezayê astengkirina telefonkirinê dane hin girtiyan û ya hevdîtinê jî dane hin girtiyên din.
Bixwîne - Derbarê Leyla Guvenê û 8 girtiyên jin de lêpirsîna 'stranên kurdî' hatiye destpêkirin
Çi bûbû?
Li Girtîgeha Elezîzê derbarê Leyla Guvenê û 8 girtiyên jin de lêpirsîna ‘stranên kurdî’ hatibû destpêkirin. Di metna lêpirsînê de hatibû gotin ku “bi zimanek nayê famkirin govend girtine” û “bi zimanekî nayê famkirin sirûd xwendine”
Rêveberiya girtîgehê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDPê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî lêpirsîna dîsîplînê dabû destpêkirin. (TP/FD)