Rawşen Çelîker dê 11ê Meha yekem(Çile, Kanûna Paşiyê) li Enqereyê li Nefes Barê bistire. Konser, yekem konsera Çelîkerê ya li Enqereyê ye.
Konser dê siet 21.30ê dest pê bike. Bilêdên konserê li biletixê têne firotin.
Hûn dikarin cihê konserê bi vê lînkê/dûvelankê bibînin.
Stranbêja kurd a ji Tetwanê, Rewşan Çelîkerê li ser stranbêja navdar a fransî Êdith Piafê teza masterê nivîsîye, di şanoya bimûzîk de(musica teatral) dilîze, bi çar enstrûman û 11 zimanan distire.
Stranên di albûma wê de ji qeydên akûstîk pêk tên.
Di vîdeoyê de: Stranbêj û ulelejen-Rewşan Çelîker, Gîtarjen-Vartkes Keşîş, Drumvan-Hakan Kaya
(Çavkanî: YouTube/RewşanÇeliker)
Çelîkerê ji beriya albûma wê derbikeve, di hevpeyvînekê de ji bianetê re gotibû:
“Dema kamilbûna ji bo mûzîkê heye demek dirêj ji bo kamilbûnê xebitîm. Min perwerdeya mûzîka klasîk a rojavayî, dersên orkestra û armonîyê standin. Heta merheleyekê mirov dixwaze hîn bibe, heta ku demekê beşdarî komeka Jazzê jî bûm. Lê êdî difikirim hatime wê merhelê ku divê berheman parve bikim.
Stranên ji bo albûmê diyar in ka dê kîjan bin. Dixwazim qeydên akûstîk bin. Li mekanan stranan bibêjim û bêne qeydkirin. Li gor min dîyaloga di nava mûzîkjenan de gelek giring e. Divê her mûzîkjenek mûzîkê bi hemî heyina xwe hest bike û bibêje û hingê bê qeydkirin. Dixwazim qeydên ji bo albûmê jî wesa bin. Dema em ji dilê xwe li cihekê distirin divê bê qeydkirin.
Mûzîka min klasîk, blues, jazz û gelek cûrreyên dî ne. Belkî navekê wê nebe, têkel e.”
(MB)