Dest danîne ser mal û milkên weqfek û 770 kesan
Bi biryara ku bi îmzeya Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî û Nûreddîn Nebatî, Wezîrê Xezîneyê hatiye weşandin bi mebesta ku bi “terorîzm”ê re pêwendîdar in dest danîne ser mal û milkên weqfek û 770 kesan. Di nav wan kesan de Nûrettin Demîrtaş, Mîhraç Ûral, Birsen Ocak û Zekariya Oz jî heye.