Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Lijneya Bilind ya Hilbijartinê(YSK) Ahmet Yener îro danê sibê ji rojnamegeran re daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku encamên dawî yên Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an a di 14ê Gulanê de pêk hatibû, wê îro ji Rojnameya Fermî re bê şandin.
Lijneya Giştî ya Parlamentoyê li gor rêziknameya Meclisê di roja sêyemîn a piştî eşkerekirina encamên dawî yên hilbijartina parlementeriyê yên ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve di saet 14.00an de bê bangewazî dicive.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyanî dabû û gotibû, "Dibe ku roja Înê merasima sondxwarinê û geşedanên lijneya wezîran çêbibin."(AS/AY)