Prof. Dr. Erol Ozvar ji bo Serokatiya YOKê hatiye wezîfedarkirin
Bi biryara ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, Prof. Dr. Erol Ozvar, Rektorê Zanîngeha Marmarayê li cîhê Prof. Dr. Yekta Saraç, Serokê YOKê hatiye wezîfedarkirin. Prof. Dr. Yekta Saraç jî ji bo Serşêwirmendiya Serokomarî hatiye erkdarkirin.
.jpeg)
Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Prof. Dr. Erol Ozvar, Rektorê Zanîngeha Marmarayê li şûna Prof. Dr. Yekta Saraç, Serokê Lijneya Hindekariya Bilind (YOK) hatiye hilbijartin.
Bi biryara ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, Prof. Dr. Erol Ozvar, Rektorê Zanîngeha Marmarayê bûye Serokê Lijneya Hindekariya Bilind (YOK).
Prof. Dr. Yekta Saraç di sala 2014an de bi biryara ku îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li bin bûye weke Serokê YOKê hatibû tayînkirin û heta niha jî li wir wezîfedar bûye. Li gorî xala 12. û 13em ya Biryarnameya Serokomariyê dema wezîfeyê ya Saraçî bi dawî bûye û ji bo Serşêwirmendiya Serokomarî hatiye wezîfedarkirin.
Her weha Erol Ozvar profesöre dîrokê ye û 7emîn serokê YOKê ye.
(TP/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.