Elî Erbaş dîsa bûye serokê Saziya Karûbarên Olî
Alî Erbaş, ji sala 2017an vir ve weke serokê Saziya Karûbarên Olî wezîfedar bû. Bi biryara ku îmzeya Serokomar li bine û di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, Erbaş dîsa ji bo serokatiya wê saziyê hatiye wezîfedarkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Bi biryara tayînkirinê ya ku di Rojnameya Fermî de weşiyaye, Prof. Dr. Alî Erbaş dîsa ji bo Serokatiya Saziya Karûbarên Olî hatiye wezîfedarkirin.
Biryar bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye weşandin.
Erbaş derbarê ji nû ve wezîfedarkirina xwe de li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiriye û weha gotiye:
“Destûra Bingehîn ya me wezîfe daye Serokatiya Saziya Karûbarên Olî ji bo ku 'civakê derbarê mijara olî de serwext bike’. Ez weke serokê wê saziyê spasiya Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan dikim ku em ji nû ve wezîfedar kiriye. Xwedêyo! Hesan bike, zehmettir neke.”
(TP/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.