DOZA QETILKIRINA MALBATA DEDEOGÛLLARI
Dadgehê li kujer Mehmet Altûnî 7 caran cezayê mubeta girankirî biriye
Malbata Dedeogûllari li Meram, navçeya Konyayê rastî êrişên nijadperestî hatibûn.Mehmet Altûn di 30ê Tîrmeha 2021an de ji malbatê 7 kes qetilkiribû. Dadgehê 7 caran cezayê muebeta girankirî li kujer Altûnî biriye. Her weha dadgehê tevahî hevkarên sûc yên Altûnî beraet kiriye.