Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Mehmet Altûn di 30ê Tîrmehê de li Merama Konyayê ji malbata Dedeoglûyî 7 kes bi çekan kuştibû. Altûn hatiye girtin.
Kujer Mehmet Altûn 6 roj piştî qetlîamê (5ê Tebaxê) li goristana ku xwe lê veşartibû hatiye zeftkirin. Piştî îfadeyên li emnîyetê hêzên taybet yên polîsan Mehmet Altûn birine edliyeya Konyayê.
Dadweriya cezê bi tohmetên ku “7 kes bi plan û bi hestên hovane kuştiye”, “bi şewitandinê zerar gîhandiye mal û milk”, “parzênbendiya malê binpêkiriye” û “çekên bê destûr li ser bûye” biryara girtina Mehmet Altûn daye.
Hejmara girtiyan derketiye 11an
Di çarçoveya lêpirsînê de bi kujer Mehmet Altûn re hejmara kesên hatine girtin bûye 11.
10 kesên ku ji ber êrîşê hatibûn desteserkirin di 3ê Tebaxê de hatibûn girtin, ku têkildarî êrîşê beriya niha 14 kes hatibûn desteserkirin. Di nava kesên ku hatine girtin de bavê kujer Mehmet Altûnî, I.A, dêya wî I.A, hevjîna wî Z.A û xwişka wî A.K. jî heye.
Altûn: Ji bo şop nemîne min agir bi malê xist
Îfadeya li emniyetê ya kujer Mehmet Altûn aşkere bûye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Altûnî di îfadeya xwe de weha gotiye, "Ez ji bo lihevkirinê çûm malê. Destpêkê min xwe weke rayedarê şaredariyê da nasin. Dema ku min rûpoşê xwe danî ez nas kirin. Piştî naskirinê bi ser min ve hatin. Min jî demançeya xwe derxist û ji wan re got ku giliya xwe ya derbarê xuşk û zavayê mîn de vekişînin. Ji bo ji giliyê vekişin min xwest ewraqa ku min amade kiribû îmze bikin. Em ji bo lihevkirinê çûbûn. Ji ber ku bertek nîşanî min dan û bi ser min de hatin min gule li teva reşand û kuşt. Ji bo ku li pey xwe şop nehêlim dema ku li erdê dirêj kiribûn jî min gule ki wan reşandin, ji bo jêbirina qeydên qamereyên ewlehiyê jî min xwest agir bera malê bidim."
Raporên otopsi û cihê bûyerê
Raporên otopsi û cihê bûyerê yên ku di dosyeya lêpirsinê de ye aşkere bûye. Dosyeya lêpirsînê ji Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ve tê birêvebirin.
Di girtekên lêkolînên cihê bûyerê de hatiye diyarkirin ku êrişkar Altûn endamên malbata Dedeoglûyî bi zora çekê li hewşa malê kom kiriye û kuştiye. Tîmên 112 û agirkujiyê beriyê polisan hatine cihê bûyerê. Hatiye diyarkirin ku piştî vemirandina agir dora malê ji bo ewlekariyê dorpêç kirine. Dîsa hatiye destnîşankirin ku li malê şopên dû hene û zikê malê bi ava ku agir pê hatiye vemirandin têje bûye û beşeke odeyên malê şewitîne. Her wiha di girtekan cihên ku ferdên malbatê lê hatine kuştin û cenazeyên wan hatine dîtin jî yek bi yek hatiye diyarkirin.
Di raporên otopsiyê de jî hatiye destnîşankirin ku bi giştî 21 gule li endamên malbatê yên hatine qetilkirin, reşandine. Sedemên mirina wan jî weke çûna xwînê ya ser mêjî, xesar dîtina mêjî, derbûna xwînê ya hundir hatiye diyarkirin. Di raporan de hatiye diyarkirin ku kujer gule bera serê 6 kesan daye û Yaşar Dedeogûllari ji qirêka xwe guleyeke kujdar xwariye.
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn. (KÖ/AY)