Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê aşkere kiriye ku Mehmet Altun, bertawanê fîrarkirî yê di 30ê Temmûzê de li Meramê, navçeya Konyayê ji malbata Dedeoglûyê 7 kes kuşt, li çoltarên navçeya Bozkirê hatiye zeftkirin.
Altûn li nava goristanekê ya li Taxa Uçpinarê hatiye zeftkirin.
Walîtiya Konyayê jî daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku Altûn, di encama oprasyona hevpar a Midûriyeta Emniyetê ya bajêr, Fermandariya Cendermeyan a bajêr û tîmên taybet ên herêmê de hatiye zeftkirin.
Têkildarî êrîşê 10 kes girtibûn
10 ku ji ber êrîşê hatibûn desteserkirin duh (3ê Tebaxê) hatibûn girtin, ku têkildarî êrîşê beriya niha 14 kes hatibûn desteserkirin. Di nava kesên ku hatine girtin de bavê kujer Mehmet Altûnî, I.A, dêya wî I.A, hevjîna wî Z.A û xwişka wî A.K. jî heye.
Bixwîne-Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Bixwîne-Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Bixwîne - Qetlîama li Qonyayê: Hejmara desteserkiriyan bûye 14
Bixwîne - Demîrtaş: Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn. (KÖ/FD)