Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mehmet Altûnê 33 salî yê ku li Meramê, navçeya Konyayê ji malbata Dedeoglûyî heft kes kuştiye, pênc roj in hîna nehatiye girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê lêpirsînameyek amade kiriye û li gorî vê lêpirsînameyê 14 kes hatine desteserkirin. Digel ku 5 roj di ser qetlîamê re boriye, kujer Altûn hîn nehatiye girtin.
Bixwîne-Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Bixwîne-Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Bixwîne - Qetlîama li Qonyayê: Hejmara desteserkiriyan bûye 14
Bixwîne - Demîrtaş: Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê
OHD: Xalên lêgerînê ava nekirine
Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) derbarê qetilkirina malbata Dedeoglûyî de raporek amade kiriye.
OHDyê di raporê de wiha gotiye: “Digel ku gelek caran êrîşî malbata Dedeoglûyî kirine, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Di encama vê û necezakirinê de malbateke ji heft kesan pêk tê, hatiye qetilkirin. Hemû rayedarên yasayî û îdarî yên di vê qetlîamê de erka xwe pêk neanîne, berpirs in. Piştî qetilkirina malbata ji heft kesan pêk tê hate qetilkirin, ji bo zeftkirina fail an jî failên qaçax li ketin û derketina bajarî ti xalên kontrolê dananîne. Di encama daxuyaniyên gelek şahidên bûyerê û dosyeya lêpirsîna berê de derket holê ku êrîş bi armancên nîjadperestî pêk hatiye. Gotinên Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî û Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê, yên digotin êrîş ne êrîşeke nîjadperest e, tê wateya midaxeleya li lêpirsîna bibandor.
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn.
(DŞ/FD)