Ji bo rojnameger Hamza Aktan 5 sal ceza tê xwestin
Di îdianameya ku derbarê rojnameger Hamza Aktanî de hatiye amadekirin de, tê îdiakirin ku li ser twitterê propagandaya rêxistinê kiriye. Aktan ji ber 16 twittan tê sûcdarkirin. Di 9 twittan de gelek xeletiyên gramerê hene û Aktanî jî got ku ew twittana ne yê wî ne.