Derbarê rojnameger Hamza Aktan de kontrola edlî hat rakirin
Rojnameger Hamza Aktan ji ber twitên parvekiriye bi îdiya “propagandaya rêxistinê kiriye” ve tê dadkirin û derbarê wî de heta 5 salan cezayê hepiskirinê tê xwestin. Rûniştina yekem ya dozê îro hat kirin.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rûniştina yekem ya doza Mudirê Nûçeyan yê IMC TVya hat girtin Hamza Aktan îro li 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Bakirkoyê hat dîtin. Hamza Aktan bi îdiaya “rêxistina propagandayê kiriye” ve tê dadkirin.
Di encama rûniştina dozê ya îro de derbarê Aktan de “kontrola edlî” hat rakirin dadgehê dozê taloqî 10ê Çileya 2017an kir.
Derbarê Aktan de ji 16 twitên parvekirî doz hatiye vekirin û ew jî dibêje ku 9 twitên ku behsê dikin w’i parve nekiriye.
Piştî rûniştina dozê Aktan daxuyanî da bianetê û got ku dadgehê biryar daye ku çavkaniyên wan twitên parvekirî bên lêkolînkirin.
Her wiha di 30ê Nîsanê de telefon û 2 komputerên ku polêsan dest danîbûn ser jî hêj radestî Aktan nehatiye kirin.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.