Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku rojnameya Ozgur Gundemê bi biryara 8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê hat girtin, piştre polêsan bi ser avahiya rojnameyê de girt. Nûçegihan Gulfem Karataş û kameraman Gokan Çetin ên IMC TVê ku li Ozgur Gundemê nûçeya serdegirtinê dişopandin, ji hêla polêsan ve hatin binçavkirin. IMC TVê derbarê binçavkirina her du xebatkarên xwe de daxuyanî da û got: ‘Demildest bila hevalên me serbest werin berdan.’
Di daxuyaniya IMC TVê de wiha hat gotin:
“Xebatkarên me Gulfem Karataş û Gokan Çetin dema weşana zindî pêk dianîn mudaxele li wan hat kirin û weşan hat astengkirin. Di weşana zindî de jî xuya ku polêsan hevalên me û xebatkarên Ozgur Gundemê derbkirin û zorê li wan kirin.
“Yên ku li hemberî nûçegihana me Gulfem Karataş û Gokan Çetin ku dema wezîfeya xwe ya rojnamegeriyê pêk dianîn hatine kirin bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em wê yekê şermezar dikin.
“Hevalên me yê ku tenê wezîfeya xwe kirine, divê demildest serbes werin berdan.”
(EKN/YO)