Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rûniştina doza derbarê Mudirê Nûçeyan yê imc Tvyê Hamza Aktan de li 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Bakirkoyê de hat dîtin.
Mudirê Nûçeyan yê imc Tvyê Hamza Aktan ku bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ tê dadkirin û 5 cazeyê hepiskirinê tê xwestin.
Aktan derbarê rûniştina dozê de van agahiyan parve kir:
“Yên ku di îdanameyê de hebûn, di dosyeya dadgehê de nîn e”
“8 twîtên ku dozgerê îdia dikir ku min parve kiriye û ji ber wê yekê derbarê min de doz vekiribû di îdanameyê de hebû. Ew twêtên ku bi min parve nekiriye di dosyeya dadgehê de nîn in. Dadgehê biryar da ku dozger di celseya din de eşkere bike ka wan twîtan ji ku peyda kiriye.”
“Emiyetê jî di rapora xwe ya daye dadgehê de diyar kiriye ku ti emareyeke sûcê di 2 komputer û telefona min ê ku polîsan dest dabûn ser de, nehatiye dîtin.”
Çi bûbû?
Di 30ê Avrêla 2016an de polîsan avêtin ser mala Hamza Aktan û wî bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ wî binçav kiribûn.
Aktan heman rojê de bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
Di îdianameya ku 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Bakirkoyê qebûlkiriye de ji bo Aktan, bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye’ 5 sal ceza tê xwestin.
Rûniştina yekem ya dozê di 27ê Hezîranê de hatibû dîtin.
Hamza Aktan di daxuyaniya xwe ya bianetê de gotibû ku derbarê wî de ji ber 14 twîtan doz hatiye vekirin, lê 8 ji wan twitên parvekirî aydî wî nîn e.
(EKN/YO)