Nehiştin ku Sirri Sureyya Onder axaftina xwe bike
Hin saziyên sivîl û nûnerên sendîqeyan ji ber hewldana derbekirinê çûn serdana meclisê. Di wê ziyaretê de Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder jî weke amîrê îdarî yê meclisê xwest ku axaftina xwe bike, lê ji ber nirxandinên Ocalan anî ziman mîkrofona wî hat girtin û nehiştin ku biaxive.