Beriya civîna YAŞê 2 orgeneralan îstîfa kirin
Ji ber hewldana derbeya 15ê Tîrmehê biryar hatibû dayîn ku civîna Lijneya Bilind ya Leşkeriyê mehekê zûtir were lidarxistin. Beriya civîna ku dê îro were lidarxistin de 2 orgeneralên li Fermandariya Hêzên Bejahiyê de wezîfdar, ji karên xwe îstifa kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Beriya ku civîna YAŞê ku dê îro were lidarxistin Orgeneral Kamil Başoglu û Orgeneral Îhsan Uyar ji wezîfeyên xwe îstîfa kirin.
Endamên Lijneya Bilind ya Leşkerî (YAŞ) dê îro li Koşka Çankayayê bicivin.
Endamên YAŞê beriya ku bicivin çûne Anitkabitê û gora M. Kemal Ataturkî ziyaret kirin.
Serokwezîr Binalî Yildirimî di lênûska taybet ya Anitkabirê de wiha nivîsand: ‘Tirkiyeyê di 15ê Tîrmehê têkoşîna rizgariya duyem de pêk anî.’
(EKN/YO)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.