Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Civîma YAŞê(Lijneya Bilind a Şêwirmendiya Leşkerî) ya dest pê kir. Civînê dê di 30ê Tebaxê de dest pê bikiriya lê ji ber hewildana derbeyê îro hat kirin û serokwezîrê Bînalî Yildirim civîn birê ve bir.
Civînên YAŞê sê rojan dom dike lê civîna îro dê bi rojekê de bidawî bibe.
Bi biryarnameyekê şeva dî 1684 leşker ji kar hatin avêtin.
Kî beşdar dibin?
Serokerkanê Leşkerî Orgeneral Hulusi Akar, Serokerkanê Hêzên Bejayî Orgeneral Salih Zeki Çolak, Serokerkanê Hêzên Seravî Oramîral Bülent Bostanoğlu, Serokerkanê Hêzên Asîmanî Orgeneral Abidin Ünal, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Galip Mendi, Serokerkanê Leşkerî yê 2. Orgeneral Yaşar Güler, Serfermandarê Artêşa 1. Ümit Dündar, Serfermandarê Artêşa 2. Korgeneral İsmail Metin Temel, Serfermandarê Artêşa 3. Orgeneral İsmail Serdar Savaş, Serfermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Abdullah Recep û Fermandarê Hêzên Seravî Oramiral Veysel Kösele.
Du îstifayên ji pêşiya civîna YAŞê
Beriya ku civîna YAŞê ku dê îro were lidarxistin Orgeneral Kamil Başoglu û Orgeneral Îhsan Uyar ji wezîfeyên xwe îstîfa kirin.
Endamên Lijneya Bilind ya Leşkerî (YAŞ) dê îro li Koşka Çankayayê bicivin.
Endamên YAŞê beriya ku bicivin çûne Anitkabitê û gora M. Kemal Ataturkî ziyaret kirin.
Serokwezîr Binalî Yildirimî di lênûska taybet ya Anitkabirê de wiha nivîsand: ‘Tirkiyeyê di 15ê Tîrmehê têkoşîna rizgariya duyem de pêk anî.’
(EKN/MB)