Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê dadê dê li bajarê Gaggenauyê yê Almanyayê beşdarî civînekê bibûya, rayedarên bajarî pêşiyê ji bo civînê destûr da, paşê destûr betal kir.
Civîn dê şeva dî bihatiya kirin. Rayedaran diyar kirin ku ji ber salon biçûk e destûra hatî dayin hatiye betalkirin.
Bozdagî ji bo girtina rojnamegerê almanî-tirk gotibû: “Biryara dadgehên bêalî ye.”
Daxuyaniya Nûman Kûrtûlmûşî
Li ser betalkirina civînê, cihgirê serokwezîrî Nûman Kûrtûlmûşî gotiye.
“Ew civîna dê li Almanyayê bihatiya kirin, ne yek ji wan civînan e ku bandorê li sîyaseta navxweyî ya wî welatî bike. Betalkirina wê civînê ji bo welatek demokratîk wek prensîp nayê qebûlkirin.”
Mîtînga li Vîyanayê ya di 2014ê de
Di 2014ê de, Recep Tayyîp Erdoganî ji bo hilbijartina serokkomarîyê li Vîyanayê mîtîngek pêk anibû. Piştî mîtîngê piştevanên AKPyê û mûxalifên wê şer kiribûn.(TP/HK/MB)