Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî li ser hesabê xwe yê Xyê peyame derbarê Nexweşxaneya Şîfayê de weşand.
Ghebreyesusî diyar kir ku WHO careke din peywendî bi xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şîfayê re danîne: “Rewşa li Nexweşxaneya Şîfayê gelekî xeternak e. Rêjeya mirina nexweşan zêde dibe. Mixabin, nexweşxane êdî nikare mîna nexweşxaneyekê kar bike.”
Dîrektorê Giştî yê WHOyê destnîşan kir ku li nexweşxaneyê elektrîk û av nîne, înternet jî sê roj in gelekî kêm e û ev rewş, bandoreke gelekî mezin li ser dabînkirina xizmetguzariya lênerînê ya bingehîn dike.
Ghebreyesusî bal kişand li ser dengên çekan û bombebarana li herêmê û got ku ev jî rewşa xirab a li herêmê xirabtir dike.
Ji bo “demildest agirbestek” pêk bê, bang kir.
MSF: Sivîl û nexweş hîna li nexweşxaneyê ne
Doktorên Sînornenars (MSF) duh bi şev daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji şeva borî heta niha ti agahî ji personelên xwe yên li Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezeyê kar dikirin wernegirtine.
MSFyê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand û got, ew ji bo jiyana personelên xwe bifikar in.
Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê Mey Keyleyî diyar kir ku di serî de Nexweşxanaye Şîfayê li nexweşxaneyên Xezeyê karesat heye û ji ber nikarin bên dermankirin, nexweş li ber mirinê ne. (AS/FD)