Nûçegîhana NûJINHAyê Nagham Karajeh di encama êrîşên Îsraîlê de li Xezeyê birîndar bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Nagham Karajeh di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî mala wê ya li taxa Şûcaiyê ya Xezeyê de birîndar bû.
Rojnameger Karajeh heta vê kêliyê ji ber gef û êrişên li ser nexweşxaneyan nikare birîna xwe derman bike û wê diyar kir ku cenaze li kolanan û li ber nexweşxaneyan mane. Nûçegihan Nagham Karajeha ji serê xwe û linge xwe ê rastê birîndar bû bi xwe birînên xwe pêçandiye.
Li gorî ku Karajehê ragihand, li taxa ew lê dijî 10 xanî hilweşiyane.
NûJINHAyê destnîşan kir ku ji ber qutbûna înternet û elektrîkê, Karajeh di danûstandin û gihandina hûrgiliyên êrişên berdewam ên li ser Xeta Xezeyê de rastî astengiyan tê.
RSF: 41 rojnameger hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) a di 8ê Çiriya Paşiyê de kiriye, ji 7ê Çiriya Pêşiyê û heta niha di encama şer de 41 rojnameger hatin kuştin.
RSFyê diyar kir ku 36 ji wan rojnamegerên filistînî ne û di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê de hatine kuştin. (FD)