Serokê Ofîsa Medyayê yê hikûmeta li Xezeyê Selame Marûfî civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê rewşa dawî ya li Xezeyê de zanyarî dan.
Marûfî ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha, di encama êrîşên Îsraîlê de li Xeta Xezeyê 4 hezar û 237 jin, 2 hezar û 719 zarok, li ser hev 10 hezar û 328 kes mirine. Her weha nêzîkî 26 hezar mirov jî birîndar bûne.
Marûfî destnîşan kir ku li herêma navendî û ya bakur, goristan tijî bûne û “ji ber sûcên komelgehî yên dagirkeriya Îsraîlê li dijî sivîlan dike, êdî cih nemaye cenazeyan lê bispêrin axê.”
3 hezar mirov winda ne
Serokê Ofîsa Medyayê Merûfî got ku gelek mirov di bin xirbeyan de ne û zêdetir ji 3 hezar mirovî winda ne.
Li gorî ragihandina Marûfî, hezar û 21 kesên ji bajarê Xezeyê û herêmên bakur ber bi başûrê Xeta Xezeyê ve diçûn, di encama êrîşên Îsraîlê de mirine. Îsraîl dike ku ev herêmên li başûr “bi ewle ne.”
Merûfî diyar kir ku Îsraîl îbadetxaneyan jî dike armanc û di encamê de 53 waiz hatin kuştin, 56 mizgeft bi temamî, beşeke 136 mizgeftan rûxiyaye.
48 rojnameger hatin kuştin
Rayedarê filistînî ragihand ku ziyan gihîşte 237 dibistanan, 60 dibistan bi temamî nikarin xizmetê bidin, 88 avahiyên hikûmetê wêran bûn û 48 rojnameger hatin kuştin.
Li gorî gotina Marûfî, Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşiyê û heta niha, li Xeta Xezeyê di dema êrîşan de 30 hezar ton teqemenî bi kar aniye û di van êrîşan de 40 hezar avahî rûxiyane, ziyan gihîştiye 222 hezar avahiyan.
Marûfî diyar kir ku di encama êrîşan de 192 xebatkarên karûbarên tenduristiyê mirin, 40 ambulans derbe xwarin û nema tên bikaranîn, ziyaneke mezin gihîştiye113 navendên tenduristiyê, 18 nexweşxane û 40 navendên tenduristiyê jî nema tên bikaranîn.
Marûfî destnîşan kir ku Îsraîlê her ji hezar û 71 malbatan bi kêmanî 2 kes kuştine û nêzîkî milyon û nîv mirov dest ji cih û warên xwe berdane û xwe spartine stargehan.
(AS/FD)