Şîrketa Telekomunîkasyonê ya Filistînê Paltelê ragihand ku îro danê sibê li Xezeyê înternet bi temamî qut bûye.
Şîrketa Paltelê di 27ê Çiriya Pêşiyê de jî ragihandibû ku li Xezeyê ku di encama êrîşên Îsraîlê de înterneta ku hatibû qutkirin, ji nû ve hatiye vekirin.
⚠️ Confirmed: Live metrics show that the #Gaza Strip is in the midst of a new internet blackout with high impact to the last remaining major operator, Paltel; the incident will be experienced as a total loss of telecommunications by most residents 📉 pic.twitter.com/uYAFEHLH7x
— NetBlocks (@netblocks) November 1, 2023
Net Blocksê piştrast kir
Net Blocks, ku xizmeta çavdêriya înternetê ya navneteweyî dike, li ser platforma xwe ya medya civakî ya Xê parvekirinek kiriye. Blocksê pejirandiye ku înternet li Xezeyê bi temamî qut bûye û got:
"Pîvana zindî nîşan dide ku Şîrketa Telekomunîkasyonê ya Filistînê Paltel bi qutbûnek nû ya înternetê re rûbirû ye ku bandorek mezin li şîrketê dike.”
Di parvekirina Net Blocksê de hate destnîşankirin ku têkiliyên piraniya şêniyên herêmê ji ber pirsgirêka ragihandinê ya navborî dê bi temamî qut bibin.
(AS/AY)