Rêxistinên rojnamegeran bangî her kesan kirin ku di siet 19.00ê de biçin ber Cumhurîyetê
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistinên rojnamegeran Sendîkaya Karkerên Şoreşger – Çapemenî(DISK Basin Îş), Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF), Sendîkaya Rojnamegerên Sînornenas (TGS) û Cemîyata Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGC) bangî her kesan kirin ku di siet 19.00ê de biçin ber Cumhurîyetê.
Bi lêpirsîna ‘’PKK/KCK û FETO/PDY’’ nivîskar û rojnameger têne desteserkirin, rêxistinên rojnamegeran û xwendekar ji bo hevgirîyê li ber derê Cumhuriyetê kom dibin.
Serokê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas - Tirkiye(RSF), Erol Onderoglûyî ‘’ji bo hîmên demokrasîyê ku mafê gotinê û parastina wê heye divê li ber Cumhuriyetê kombûn çêbibe.’’
Serokê TGCyê Turgay Olcaytoyî jî got: ‘’ Di van rojên teng de bila em Cumhuriyetê bi tenê nehêlin. em bangî her kesên ji xwe re dibêjin ew demokratin û demokrasîyê diparêzin bila bên hevgiriya Cumhurîyetê.’’
Serokê Sendîkaya Karkerên Şoreşger – Çapemenî(DISK Basin Îş), Faruk Erenî jî got: em ne bi tenê bangî rojnamegeran dikin, bila xwendevan, bîner/temaşevan û her kes ji bo mafê dan-û-standina agahiyan bên.’’
(EA/MB)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
