Parêzerê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên derbarê Ocalan de û geşedanên piştî axavtinê ji bianetê re axivî.
Sarica, anî ziman ku piştî hevdîtinên parêzeran ên di sala 2011an de hatin qutkirin, 8 sal in nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û herî dawî jî di 7ê Tebaxa 2019an de hevdîtinan pêk hat û got, "Ji 5 salan zêdetir e ku qedexeya parêzeran bênavber didome. Divê bê zanîn ku ev tecrîd girantir bûye û muwekîlê me di nava şert û mercên nemirovane de tê ragirtin.
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sarica duh (24ê Cotmehê) tevî Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç serî li Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê dabû.
Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku piştî daxuyaniyên Bahçelî, 'mafê hêviyê' ketiye rojeva Tirkiyeyê û ev geşedan girîng e û got:
“Despêkirina giftûgoyên li ser mijara mafê hêviyê yên him di çapemenî, him di raya giştî û hem jî di qada siyasî de, her çend dereng be jî geşedaneke baş e. Ji ber çi rewşeke ku dereng ketiye? Ji ber ku mafê hêviyê xwedî dîrokek e. Di sala 2014an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê serlêdana Birêz Abdullah Ocalan de biryar da ku mafê wî yê hêviyê hatiye binpêkirin û tespit kir ku li dijî qedexeya îşkenceyê rêziknameyên qanûnî hene û îşkence di dema çêbûna rêziknameyê de dest pê kiriye. Bi gotineke din, ji sala 2002an û vir ve metodên qanûnî yên îşkenceyê hene.”
"Mafê hêviyê bi rêzikên qanûnî ve girêdayî ye"
Li gorî Sarica, ji bo ku 'mafê hêviyê' bê pêkanîn, divê di Qanûna Cezê ya Tirkan, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û Qanûna Pêkanîna Cezê de hin guhertin bên kirin. Sarica diyar kir ku divê şert û mercên 'mûtlaq' bên guhertin û wiha got:
“Ji bo hebûna mafê hêviyê yan jî ji bo di vî warî de gav bên avêtin, divê astengiyên qanûnî yên heyî bên rakirin. Ev yek jî di qanûna înfazê de, bi taybetî bi guhertina hin xalên qanûnê yên ji bo cezayê girtîgehê yê heta hetayî pêk tîne pêkan e.
“Tenê rakirina van astengan ne bes e; divê çawaniya pêkanîna mafê hêviyê, dem û rêbaza pêkanînê û ji bo tespîtkirina van rêbazan divê gav bi gav rêgezên qanûnî bên çêkirin. Dema ku ev şert û merc pêk hatin, serbestberdan û azadkirina wî wê hem pêwîst be û hem jî mumkin be.”
"Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir"
Parêzer Sarica diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku pêkanîna biryarên DMMEyê dinirxîne, di nava 10 salên dawî de 2 caran 'mafê hêviyê' xistiye rojeva xwe, lê ev têrê nake û got:
“Tirkiye di nava van 10 salan de ev mijar nexist rojeva xwe. Berovajî vê yekê di bersivên xwe yên ji bo komîteyê de got ku ev biryar dê bi awayê xwe yê niha bimîne, yanî gotine ku ew di vê mijarê de tu gavan navêje. Heta diyar kirin ku rêzikên qanûnî yên heyî bes in.
Lêbelê, komîte di wê firqê de ye ku ev ne bes e; Ji ber ku di biryara DMMEyê de ev encam bi analîzkirina hemû qanûnên Tirkiyeyê derketiye holê. Ji ber vê yekê daxuyaniyên Tirkiyeyê yên berê hem li dijî peymanê û hem jî li dijî biryara DMMEyê ne.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Abdûllah Ocalan re hevdîtin pêk anî
"Cara yekemîn e di vê astê de qala tecrîdê tê kirin"
Sarica, da zanîn ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqî li gorî nêrîna desthilatdariya siyasî diguhere û ev helwest bi hiqûq û nîzama giştî re nagunce û got:
“Eger maf û azadiyên bingehîn bi awayekî keyfî bên bicihanîn an jî pêşî lê bê girtin, êdî tenduristiya civakî û siyasî ya civakê û azadiyên kesane nayên garantîkirin. Dema em bi vê perspektîfê lê binêrin, Wezîrê Dadê car caran dibêje 'tecrîd nîne', lê ev nêzîkatî siyasî ye û rastiyê nîşan nade.
Li aliyê din Bahçelî ji bo armancên siyasî be jî gotinên wekî 'ger tecrîd bê rakirin' bikartîne. Di sala 2019an de jî nêzîkatiyên wî yên bi vî rengî hebûn û di wê demê jî berxwedana civakî zêde bû. Îro hebûna tecrîdê bi şêwazeke cuda tê îfadekirin ku ev yek serdemeke nû nîşan dide.”
“Tecrîd berdewam dike”
Parêzer Sarica diyar kir ku serdana Îmraliyê ya Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku piştî 43 mehan li ser navê malbatê girîng e û weha got:
“Derbarê rewşa wî ya tenduristiyê û şert û mercên ku ew têde tê girtin de çi agahî di destê me de nebûn. Aşkere kirina başbûna rewşa wan ji bo me xeberek baş bû. Lê weke ku muwekîlê me jî daye xuyakirin, tecrîd hê didome.
“hevdîtina bi parêzeran re hê pêk nehatiye û ne diyar e ku ka dê hevdîtinên bi malbatê re berdewam bikin yan na. Divê hevdîtinên bi parêzeran demildest bên kirin. Ji ber ku em girêdayî pênaseyên ti siyasetmedar û rayedarên hikûmetê nîne û em nêzîkatiyên bi vî rengî jî rast nabînin.”
“Aştiya navxweyî bi Ocalan re pêkan e”
Sarica diyar kir ku bi Abdullah Ocalan re aştiya civakî pêk tê û wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Pêwîste pergala hiqûqî bi nirxên demokratîk bê xurtkirin. Di vê pêvajoyê de pêwîstiya herî bingehîn bicihanîna pêdiviyên demokratîk û pergala hiqûqî ye.
"Di vê qonaxa ku her kes behsa mafê hêviyê dike, ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet û bihêzkirina bingeha demokrasî û hiqûqê divê were qebûlkirin ku birêz Ocalan di zûtirîn demê de bi civakê re rûbirû bibe û ev jî pêdivîyeke demokratîk e.”
(ED/VC/AY)