Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) û biraziyê Abdûllah Ocalan, Omer Ocalan duh(23ê Cotmehê) çû grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Piştî 43 mehan cara yekeme bi Ocalan re hevdîtin pêk te. Cara dawî di 12ê Tebaxa 2019an de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê pê re hevdîtin kiribû.
Omer Ocalan peyama Abdullah Ocalan parve kir.
Omer Ocalan wiha got: “Min di 23ê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di çarçoveya serdanê malbatê de pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi piranî geşedanên siyasî nirxand û xwest ez vê peyama wî bigihînim raya giştî:
‘Tecrîd didome. Şert û merc çi dibin bila bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji şer û tundiyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî’.
Her weha Omer Ocalan gotiye ku tenduristiya wî baş bû û silavên wî ji bo her kesî hebûn.
(EMK/AY)