Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, li ser hesabê xwe yê Telegramê peyamek weşand û diyar kir ku “Ji 48 saetan kêmtir dem maye ku hemû jeneratorên li nexweşxaneyên Xezeyê bisekinin.”
Kûdrayî diyar kir ku di dîroka wê te sîstema tenduristiyê bi qasî vê carê xirab nebûye û mekanîzmayên gîhandina alîkariyê ya ji bo Xezeyê, gelekî hêdî bi rê ve diçin û ev wê rewşê neguhere.
Li nexweşxaneyekê elektrîk qut bû
Li gorî nûçeya AAyê, ya spartiya çavkaniyên tenduristiyê yên li herêmê, ji ber sotemenî nemaye, li Nexweşxaneya Endonezyayê elektrîk qut bûye. Li gorî daxuyaniyan, ji ber nebûna elektrîkê, xetere li ser jiyana nexweşan heye.
Midûrê Nexweşxaneya Şîfayê Mûhammed Ebû Silmiyeyî ji Al Jazeerayê yê re got ku ger sotemenî neyê Xezeyê, wê karesateke mezin çêbibe.
Duh bi şev 110 filistînî hatin kuştin
Li gorî zanyariyên li ser hesabê Telegramê yê Kanala El-Aksayê weşand, duh bi şev di encama êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de, 110 filistînî mirin. Di nava wan de jin û zarok jî hene.
Di roja 18an a şerî de, artêşa Îsraîle gelek deverên Xeta Xezeyê bi şev bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya Kanala El-Aksayê ya spartiya çavkaniyên nexweşxaneyê, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî herêmên sivîlan ên Xan Yûnis û Refahê kirin. Di encama van êrîşan de li ser hev 57 kes mirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê jî nûçeyek weşand ku wê jî spart çavkaniyên tenduristiyê; li gorî vê nûçeyê li Xan Yûnisê bi kêmanî 23 kes mirin ku zarok jî di nava wan de ne, 45 kes jî birîndar bûn. Xebatên lêgerînê yên bin kavilan dewam dikin.
Li bajarê Refahê jî bi kêmanî 30 filistînî mirin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li taxên cuda yên Xeta Xezeyê, wan 400 cih bombebaran kirin.
Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku ev der “xalên Hamasê” ne, lê behsa kuştina sivîlan nekir. Lê diyar kir ku yek ji hedefên wan, mizgeftek bû. (AS/FD)