Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa li dijî Kampa Penaberan a Cîbahiyê pêk hatiye, wan kiriye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagariyî civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku wan ew êrîş pêk aniye.
Duh li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliyê êrîş pêk hatibû ku li Xeta Xezeyê ye û gelek sivîl lê dimînin. Di encama êrîşê de du avahî rûxiyan û gelek sivîl mirin.
Hagariyî îdia kir ku wan rayedarê payebilind ê Hamasê Îbrahîm Biarî kiriye hedef. Li gorî gotina Hagariyî, Biarî “şer bi rê ve dibir” û wan di dema êrîşê de “hejmareke zêde terorîst” kuştine. Her weha îdia kir ku “li herêmê binesaziyeke xurt a leşkerî hebû û ev bû sedem ku avahiyên din birûxin.”
Rayedarên nexweşxaneyê alîkarî xwestin
Piştî ku Îsraîlê Kampa Penaberan a Cîbaliyê bombebaran kir, kesên birîndarbûyî birin Nexweşxaneya Endonezyayê. Rayedarên vê nexweşxaneyê, ji ber kêmiya kelûpelên tibî, daxwaza alîkariyê kir.
Midûrê Nexweşxaneyê Atif el-Kahlûtî ji rojnamegeran re diyar kir ku gelek kesên di êrîşa Îsraîlê de mirine û birîndar bûne, anîne nexweşxaneya wan. Li gorî gotina Kahlûtî, di dema êrîşê de 400 an jî 450 kes mirine û gelek kes winda ne, yan jî di bin kavilan de mane. (AS/FD)