NY: Li Xezeyê 29 hempîşeyên me can dan
Nîvê xebatkarên NYyê yên mirine, dersdarên UNRWAyê bûn.

Ajansa Alîkarî û Avadaniya Penaberên Filistînî ya li Rojhilatê Nêzîk a Neteweyên Yekgirtî (UNRWA), ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê, ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha, li Xeta Xezeyê 29 hempîşeyên wan mirine.
Ajansê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî û got ku, “Nîvê xebatkarên NYyê yên mirine, dersdarên UNRWAyê bûn.”
Her weha xemgîniya xwe diyar kir ku wan şîn girê daye.
UNRWAyê destnîşan kir ku li Xeta Xezeyê sotemeniya wan a têra 3 rojan bike, heye û ji be wê jî nexweşxane û firne nikarin bixebitin. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.