Wezareta Karûbarên Navxweyî ya li Xezeyê, ragihand ku Îsraîlê Dêra Rûmên Ortodoks ya Azîz Porphyriusû ya dîrokî kiriye hedef.
Kesên ku ji cih û warên xwe bûne, xwe spartibûn dêrê. Derbarê êrîşê de Wezaretê vê sibehê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi kêmanî 8 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê, WAFAyê ragihand, ziyaneke zêde gihîştiye dêra li Taxa Ez-Zeytûnê ya li başûrê bajarê Xezeyê ye. Her weha avahiyeke li kêleka dêrê jî rûxiyaye.
Dêra navborî 250 metroyî dûrî Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstê ye k udi 17ê Çiriya Pêşiyê de Îsraîlê ew der bombebaran kiribû û di encamê de bi sedan kes miribûn.
Li gorî nûçeya AAyê, li wê herêma Îsraîlê êrîş bir ser, nêzîkî hezar Xiristiyan dijîn û kesên malên wan wêran bûne, xwe spartine dêrê û avahiyên bi wê ve girêdayî.
Patrîkxane: Sûcê şer e
Patrîkxaneya Rûmên Ortodoks a Qudsê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û bi gotina “sûcê şer” penase kir.
Serokê Komîteya Bilind a Karûbarên Dêran a Serokdewletiya Filistînê Remzî Hûriyî daxuyaniyek weşand û got ku Îsraîl li Xete Xezeyê plana “komelkujiyê” pêk tîne.
Komîteya Bilind a Karûbarên Dêran jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku rasterast dêr kirine hedef. Li gorî daxuyaniya Komîteyê, kevntirîn dêra sêyem a cîhanê ye û avahiya wê ya orîjînal di sala 425an de hatiye lêkirin. (AS/FD)